Zanyariyên jorîn nîşan didin ku hêj berî Medan peyva Kurd ji bo hin deverên Kurdnişîn hatiye bikaranîn, lêbelê hemû deverên ku Kurd lê dijiyan pêkve bi vî navî nehatine binavkirin. Wisa tê fêmkirin ku di wan wextan da piraniya deverên Kurdnişîn bi navê hoz û herêman hatine binavkirin. Vê rewşê di serdema Medan da û di serdema piştî wan da jî dewam kiriye. Bo nimûne Hexamenîşiyan devera Botan a hevçerx ku devereke kevnar a Kurdnişîn e wek Buhtewîx13 bi nav kirine.
Xanî di wextekî welê de rabû ko... ne li cem me, lê li Ewropayê jî xelk hêj li miliyet û li nijadê xwe hişyar ne bû bûn û zelamên ji yek miletî hev û du ji bo katolîkî an protestaniyê dikuştin. Di heyameke welê de Ehmedê Xanî bîra miliyeta xwe, bîra kurdaniya xwe biri bû û ji kurdan re goti bû hon berî her tiştî kurd in, rabin ser xwe, dewleteke kurdî çêkin û bindestiya miletên din mekin.
Bazı hikâyeler tam tahmin ettiğin gibi ilerler. Bazılarıysa son sayfada tüm bildiklerini sorgulatır. 🤯
Ters köşeleri seviyorsan, seni sonuna kadar merakta bırakacak 3 kitap önerisini keşfetmeye hazır ol!
Pesn û şabaş û hezar pîroz ji wan re ko hînî xwendin û nivîsandina zimanê xwe bûne û bi vî awayî mifta heyîna xwe xistine bêrîka xwe û ji bin bandêra biyanî bi der ketine.
Heyf û xebînet û hezar mixabin, nemaze ji wan re ko bi zimanên din dizanin bixwînin, binvîsînin û elfabiya zimanê xwe hêj nas nakin.
bine bîra min, nizanim, min zanîn li ku winda kir
hêj bi ku ve biçim
hêj li ku lê bigerim
li ber kîjan dîwarê xirbeyî bejnê bitewînim
ji kîjan siyê re rêz bigirim
bi bîra min bîne
vê deste gula ji "diziyê hatî xemilandin ez ê deynim ber kîjan bîrdariyê?...
Berî nameyê nasname hebû, piştî bayekî hov êdî dest bi kamiyên telaqavêtî kirin bêxurên qemsî. Hêj mehra vî zimanî bi rûpelan re nehatî birîn li Sînemaşewatê kamerayên tilyakkêş û trîpotên tekbîrqêr fîlmên xwînmijiyê pêşkêş dikirin.