Çocuk kitaplarına bayılıyorum ve bu kitap her yaşa göre
9/10
·344 syf.··
2025 306. kitabı
·
15 günde okudu
·
Okunma: 11 Eylül 2025 19:52
Evet sonunda bu kitabıda okumak nasip oldu baya da merak ediyordum. Bu kitabı çok beğendim ve kesinlikle hakkını da veriyor. Ama tabiki bu kitabında artı eksilerini yazıcaz inceleyip okumak isteyenleri bilgilendireceğiz. İlk önce artılardan başlayıp arada eksileri verip başta spoiler vermeden sonra spoilerle kısımda açarak en sondada spoilersız genel değerlendirmemi ve bu kitap hakkında hislerimi söyleyeceğim. (Spoilersız) Uzun zamandır bu kadar ince eleyip sık dokunan ve fantastiği cidden iyi yedirilen bir evren okumamıştım. Bu kitabın evreni benim inanılmaz hoşuma gitti. Artık çoğu fantastik olup yetişkin, genç yetişkin yada çocuk kitaplarında evrenin pasifliği durumu (özel güçler var arayada bir kaç yaratık ssrpiştirdik yeter de artar) diyen kitaplardan sonra bana İLAÇ GİBİ GELDİ. Alın fantastik böyle olur işte. Evren bunu özümsemeli olaylarda size fantastik etkenleri hissettirebilmeli kitap. Ve bunu Bu kitap çoooook iyi yapıyor. Bu evrendeki sihirli yaratıklar sadece var olmak için yazılmamışlar onların hikayeye etkisi katkısı kendine has yazımları vardı yazarı tebrik ederim kitap 320 sayfa ama buna rağmen bunu aktarabilmiş valla helal olsun 500-600 sayfa olan ve bu konuda yazımı zayıf olan kitap çok. Size alın sihirli evren denmek için hiç bir olay ve canlı konmamıştı. Hepsinin ayrı yaşam stili ve etkisi vardı.(Çok kez tekrar tekrar söyledim ama bu beni çok mutlu etti özür dilerim) Konu güzel, özgün mü tabikide tamamen değil yinede işleyişi gerçekten bir çocuk kitabına özgün. Ki iśleyiş benim için daha önemli bu yüzden siz özgünlük bekliyorsanız bunu konudan değil işleyişten beklemelisiniz. Kitabın işleyişi güzel fazla olan bir yer yok tam yerinde olmuş bana göre ancak ben biraz daha olayların yavaş yavaş değil bir anda pat diye gerćekleşmesini tercih
İmkânsız YaratıklarKatherine Rundell · Domingo Yayınevi · 2024143 okunma
"Kî Jan bû, kî fikr bû, kî şer bû?"
10/10
·447 syf.··
Beğendi
·
2025 111. kitabı
Ev pirtûk wêneya wêkesî yên dîroka nûjen a gelê Kurd e, kesên ku di siyaseta Kurdî de rolê girîng lîstin, û hêj ji bo gelê xwe rûmet û nîşanê şer û raman bûn. Lê ev pirtûk tenê jiyannamek nîne; her wêne têkeve serdema xwe, têkoşînê, girêdanên fikrî û zexmên neteweyî. Di nav pirtûkê de em bi navên wisa re dîtin: Idîrsê Bidlîsî, Celadet Alî Bedirxan, Şêx Seîd, Mehmed Uzun, Cegerxwîn û çend kesên din yên mezin yên ku bi rengê xwe di dîroka Kurd de xêz dan. Ew kesan tenê mirovên herêmî tunin; wan rê digel demê digerin, felsefeya xwe digel şer û rêya azadî digel şehsiyeta xwe bi hev re tê de destnîşan dikin. Ya ku min gelek bi dil girt, ev e: ev pirtûk qehremanên romantîk nîne; lê pirraniya ramana Kurdî û şûngehên fikir û siyasî di demeke zexmî de nîşan dide. Wêneyan ne bi rêya xeyal ve têne nîşandan; têne xwendin û fêmkirin bi hemû xwedîtiyên xwe re — çewtiyê, raman, rûmet û xeta şer. Ji bo yên ku dixwazin siyaseta nûjen a Kurd fêm bikin û bi awayekî kurt bixwînin, ev pirtûk biqasî wateyê xwe qedexeyê nîne. Lê di heman demê de, tiştê ku ji min re kêm hatibû wisa bû: li pirtûkê de rêjeya jinan pir kêm e. Belkî ev jî nîşana vê ye ku dîroka Kurdî di nivîsandina xwe de hîn jî temam nebûye. Lê herçiqas ev re, Wêneyên Dîrok û Siyaseta Kurdî di bîr û bîranîna neteweyî de şandinêkê hêzdar dide. Bîra gelê Kurd ne tenê bi xem û xewna şer e; belkî bi têkoşîn, bi raman, bi kesên ku rê vekirine jî ye. Ev pirtûk jî ji wan kesan e ku rê vekirine û ji bo yên ku dixwazin wan fêm bikin, çavkaniyekê girîng e. Spasên xwe yên dilsoz pêşniyar dikim berhevkaran Yalçın Çakmak û Tuncay Şurê, ku bi vê karê xwe bîra me xurt kir. Hêvî dikim ku bernameya çapê duyemîn bi nav û bernameyên nû têkeve ber xwêndekarên Kurd.
Kurdî
Kürt Tarihi ve Siyasetinden PortrelerYalçın Çakmak · İletişim Yayınları · 201818 okunma
Ters Köşe Final Sevenler Buraya!
Bazı hikâyeler tam tahmin ettiğin gibi ilerler. Bazılarıysa son sayfada tüm bildiklerini sorgulatır. 🤯 Ters köşeleri seviyorsan, seni sonuna kadar merakta bırakacak 3 kitap önerisini keşfetmeye hazır ol!
Bi hêviya wegerên din
9/10
·126 syf.·
2024 16. kitabı
Bi min ev pirtûk, pirtûka wegerîna malê ye. Mala ku jê dûrketiyî. Çawa ku bilûr ji dûrbûna bilûrîstanê hertim fixan û hawar dike û dixwaze dîsa wegere bilûrîstanê, Burhan Sonmez jî bi salan ji dûrketina zimanê xwe carekî din wedigere serzimanê xwe ê zikmakî. Ev weger bi tena serê xwe şoreşek e. Gelek nivîskarên Kurd ên Tirkînivîs, Erebnivîs û Farsnivîs hene ku bi salane bi zimanê biyanî pirtûkên xwe dinivîsin. Ceht û xîreta xwe ji bo zimaneke din bikartînin. Di warê wêjeyê de gelek nivîskarên Kurd ên serkeftî hene ku bi zimanê Tirkî, Erebî, Farisî dinivîsin. Ji wana yek jî Burhan Sonmez bû bi zimanê Tirkî pirtûkên xwe dinivîsî. Ev pirtûka wî ''Evîndarên Franz K" lêborînek e, lêborîna zimanê xwe ê zikmakî ye. Bexşandinek û lêborînekî ji zimanê xwe dixwaze. Dibe dîsa pirtûkên Tirkî jî carekî din binivîsîne, lê ev ne kêmasiyek e berevajî ev dewlemendiyek e. Wek mulemaya Ehmedê Xanî... Wek Mehmed Uzun. Kêmasî ne bi zimanê xwe nivîsandine. Biçûk dîtina zimanê xwe ye kêmasî û şermî. Ew nivîskarên ku bi zimanê biyanî pirtûkên xwe dinivîsin û gelek caran naveroka pirtûkê xwe qala Kurdan û zilma li wan hatiyî kirin dikin jî zêde tesîrê nade. Lewra gotin û kirin naşibin hev. Ew ne lêborînek e. Ew pêkenok e. Ew şuhret hezkirine. Înşalah Burhan Sonmez bibe mînakek ji bo nivîskarên Kurd ku wegerin mala xwe, mala zimanê xwe. Mijara pirtûkê li ser Kafka û Max Brod e. Mijarekî sed salî û hêj nehatiye çareser kirin û bi min nayê çareser kirin jî. Gelo Max Brod ji Kafka ra xayîntî kir ew pirtûkên ku Kafka dabû wî ku wan bişevitîne an neşevitandina wan ji bo wêjeya cîhanê dîyarîyek bû. Mijara pirtûkê li ser vê babetê destpê dike û diqede. Tişta bala min kişand ew bû ku, pirtûk Kurdî ye lê di pirtûkê de lehengekî Kurd tune bû. Ecêb...
Kurdî
Evîndarên Franz K.Burhan Sönmez · Lis Basın Yayın · 202415 okunma
Puan vermedi·200 syf.··
2022 17. kitabı
·
67 günde okudu
·
Okunma: 22 Aralık 2022 19:15
Min Helîm Yûsiv bi pirtûka navê  "Mêrê Avis" naskir, di nava wê pirtûka wî de 15 kurte çîrok hebûn . Pey wê pirtûka wî min sê hep pirtûkên wî yî di jî xwendin; Tirsa Be Diran(roman) Mirî Ranazin(Kurte çîrok) û ya herî dawî jî Sobarto(Roman). Di nava roman û kurte çîrokên Helîm Yûsiv de hem tiştên fantastik û efsûnî, hem jî tiştên rastî, dîrokî û tiştên ku serê wî û însanê dî de derbas bûne hene, êşê milletî kî bindest tê de heye. Em vê tarze gellekî di nava edebîyata kurdî de nabînin, lê hem momeste Helîm hem jî momaste Bextîyar Elî roman û kurte çîrokên xwedê her car bi vê tarze êne qambile me, ev tarz herî zêde edebîyata Emerîkaya latînî de heye û ji xwe jî ev tarz tarza waye. Di nava vê edebiyatê de ne tenê tiştên rastî yan jî tiştên efsûnî hene herdu nav hevdû de ne û bi pevre rastiyeke nû derxîne holê. Vê tarzen de cîhanê herî zêde; Gabriel Garcia Marquez, Jorge Luis Borges, Julio Cortazar, Juan Rulfo, Clarice Lispector, Franz Kafka û gellek nivîskarên dîn jî tenê naskirin, lê ez bawer û hêvîdar im ku rojekê bi xera vergerek qelîte hem mamoste Helîm Yûsiv hem jî mamoste Bextiyar Elî li nava hemû cîhanê de êne naskirin û xwendin Soborto bajarekî xeyalî ye bajarekî ku Helîm Yûsiv romana xwe de ava kiriye ev bajar kokê xwe li ser agirê sînema Amûdê de şîn bûye lê ne tenê çîroka agirê Amûdê yê çîroka milletekî û coğrafya ku ew milet jiyana xwe tê de derbas dike ye. Romana sobarto li ser heft beşa hatiye ava kirin, vê romene de du qerekter ê mezin hene; Silêman: çîrok dor jiyana wî de di meşê û çîrok bi devê wî tê nivîsandin  Silêman jiyan, qeder û  hestê miletê kurd temsîl dikê Belkıs: cografyaya sobarto yê temsîl dike hem xwesteke Silêman e hem jî qatilê Silêman e her tim hişê Silêman li ser belkis e Silêman romanê de  behsa jîyana xwe ya berê dike, behsa
Kurdî
SobartoHelîm Yûsiv · Peywend Yayınları · 201946 okunma
Puan vermedi·264 syf.·
2022 7. kitabı
Bi bawera min salek pirtir e ev pirtûk di nav pirtûkên min de lê hewesa min nedihat bixwînim; ji ber ku qet ji biyografîyan hez nakim û min wisa zen dikir ku bi tenê behsê jiyana Şivan Perwer dike û berhemek acizker e. Eslê xwe rast e hemû mijar û kes jixwe ji nav jiyana hunermendî derdikevin lê ya baş jî ew e ku jiyanek têr û tejî jiyaye. Ku hunera Kurdî pêşve bibe ketîye nav biyanîyan û li wir jî dîsa hunermendên me, Ehmed Kaya, Mehmed Uzun,..hwd pişta xwe daye yekûdu. Piştî min xwend hay jê hebû, him ji bo hunermendî him jî ji bo pirtûkê, gelek pêşdaraz/pêşbiryar nêzîk bûme. Wekî hûn jî dizanin Şivan Perwer bi tenê ne bi hunera xwe bi kesayet û tevgerên xwe jî gelek caran dibe navûdeng û dikeve nav nûçeyan. Biqasî metheya wî hatî kirin ewqas jî hatîye rexnekirin. Jixwe pirsgirêkekî me jî ma ne ew e? Yek ji me pêş bikeve av vexwarina wan jî em lêdikolin û rexne dikin, bixwe jî sibehê heya êvarê bêşol dizivirin. Heger pê aciz bin fermo kesên hûn rexne dikin karên ji wan çêtir, kêrhatîtir bikin ku ji wan bêqisûrtir bin.. Lê li bendê nebin ku bêqisûrî bibe para we ji ber ku mirovên bêqisûr, dirist û rêkûpêk zehmet e hatibe afirandin. Yeke din jî divê mirov her tim ser ve çi dibîne û dibihîze hêj zêde gotin li pey kom nekirî derfetê bide ku empatî û naveroka mijarê fehm bike. Her stranekê çîroka xwe heye û piştî çîroka wan dizanî carek din guhdar bikî ew stran tehmeke gelek cudatir dide te. Ev yek jî dîsa bû tecrûbeyek mezin ji bo min. Hêvîdar im ti kes wekî min nêzîk nebe û gava derfeta wan çêbe ji bo perçek jî be hunera Kurdî fêr bibe lezûbez vê pirtûka herikbar bixwîne.
Kurdî
Şivan Perwer Efsaneya ZindîAbdullah İncekan · Nûbihar · 201213 okunma
Bû îtiraf îca bila rojekê bihê, bibîne, bixwîne, binirxîne..:)
Puan vermedi·96 syf.·
2022 8. kitabı
Ev pirtûk ji alîyê hevalekî li gorî emrê xwe yê piçûk xwedî hiş û rihekî qedirbilind, mezin hatîye nivîsîn. Wextê min nas kirî dikarim bêjim mamosteyekî zarok ê ciwan û pîran bû. Her çiqas ji min piçûktir jî be rêz û hurmetê didim (nîşan jî nedim:) zanyarî, evîndarîya wî ya ziman. Gelek caran helbestan jî dinivîse lê ne helbestên ji rêzê de, ezêbanî û rojane. Ê wan bixwîne bêyî ku bizane kê nivîsîye wî kesî dê, bi wî zimanê qedîm, herî kêm 40-50 salî texmîn bike. Mijara pirtûkê wekî navê wê de jî diyar dike li ser xortekî nexweş ê dikeve tîmarxaneyê ye. Dawîya wî xortî di destê xwendevanî de ye, êdî hûn û keyfa xwe..:) Pirtûk xwendekarê xwe dikêşe nav mijara pirtûkê û nivîs û ziman bi awayekê zelal diherike heya dawîyê dibe. Jixwe ji bo roman û çîrokan jî ya herî girîng ev e. Her tiştê mirov cara yekemîn, bêtecrûbe dike amatorî tê de çêdibe. Resm, film, pirtûk, karek din...hwd ferq nake lê min ew nedît û wekî gelek pirtûkên serkevtî yek car da xwend û xilas kir. Îkramî serî de jî wekî gelek kesên mereqdarîya navdarî û nivîskarîyê heyî dest neavêtîye pênûsê. Nivîs, nivîskarî divê ji dil bihên. Wisa tiştên esil çêdibin û jixwe tiştên ji pênûsê Îkramî jî lewma esl in. Wextê hêj ev pirtûk nedayî çapkirinê ji min re şand, min xwend û got: li benda çi yî? Çima çap nakî? Dilnizmîya zêde zirar e û ya wî jî dê me gelek berhemên wî bêpar bihêle! Dizanim ev lêkolîn li her cihan da zêdetir digihije methekirina nivîskarî. Lê ka çend ciwanên me mane ku mereq û xema zimanê xwe li ser milan bar kiriye? Divê Îkram Baban bi vê qabiliyeta xwe bihê nasîn û ji bo paşeroja nifşên nû xisar nebe.:) Ez di wê bawerê de me ku helbestên ew li ser pêyan dinivîse û qîmetê nadê gelek ji yên hin helbestvanên bi salan dinivîsin orijînaltir in û li bendê me, hêvîdar im ew jî bibin malê xwendevanan..
Kurdî
Mirina Xortekî RindÎkram Baban · Sitav Yayınları · 202113 okunma