baskê bazekî şikandin
asîman firînek wenda kir
çavê xezalekê kor kirin
awirek ji kîsê deștê çû
guleyek ket qirika kewekê
çiya stranek wenda kir
kulilkek binpê kirin
bilbil bêhnek wenda kir
lê dema ku jinek kuştin
evînek ji kîsê hemû dinyayê çû
bi te re me û bêdeng dimeşim
dema ku min ji te hez kir
min ji xwe zêdetir hez kir
bêdeng dimeşin
ev bêdengî tenêtiya min lihev dide
ev bêdengî hêdî hêdî min dişewitîne...
tenê ne ez xerîbê nava mala xwe me
mal bixwe xerîba taxê ye
û tax, xerîba bajarê xwe
bajar, xerîba welat
û welat, xerîbê cîhan
û cîhan jî, xerîba nav gerdûnê ye...