ez di pêşiya zarokekî de
dibim gokek ji bo lîstikê
ez li ser ava helbestê
teyrek im, spî spî
di nav muzîka hêşîn de
an giya me an jî masî
dema têm pêşiya te jî
dilê zarok di singa min de ye
baskê teyr di dîtina min de ye
û êdî ez demek im dizanim
dilop dilop
di nav te de heliya me
û bûm ruhê evînê
Hemû barînên baranê ne xweşik in
Lê navên hemûyan jî tim baran e
Hemû darên daristanan ne xweşik in
Lê navên hemûyan jî tim dar e
Mîrovên Xwedê
Teyrên Xwedê
Heywanên Xwedê
Hemû weke hev ne xweşik in
Û helbestên min jî
Her wiha
baskê bazekî şikandin
asîman firînek wenda kir
çavê xezalekê kor kirin
awirek ji kîsê deştê çû
guleyek ket qirika kewekê
çiya stranek wenda kir
kulîlkek binpê kirin
bilbil bêhnek wenda kir
lê dema ku jinek kuştin
evînek ji kîsê hemû dinyaye çû
gelek tişt hene
zengar digrin û
jibîr diçin û
paşê jî dimrin
weke tac û
kopal û
textê bin lingê padîşahan
gelek tiştên din jî
di dinyayê de hene
narizin
jibîr nabin û
tu caran namirin
weke şewqe û
gopal û
sola
Charlie Chaplin
Di welatê min de
Rojname bi lalî jidayik dibin
Di welatê min de
Radyo bi kerrî jidayik dibin
Di welatê min de
Televizyon bi korî jidayik dibin
Tiştên ku ji welatê min re divên
Ew tişt sax jidayik dibin
Wan lal dikin û wan dikujin
Wan keerr dikin û wan dikujin
Wan kor dikin û wan dikujin
Di welatê min de