heke li pêş peyvên xelkê
ez nekevim nava
hundurê peyva kurdî
nebim xoxa dilê gelê xwe
nabim helbestvanê dinyayê jî...
-------
eğer ben el alemin sözcüklerinden önce
kürtçe kelimelerin içine düşmesem
halkımın yüreği olamam
dünyanın şairi de olamam...
Lê dema ku jinek kuştin
Evînek ji kîsê hemû dinyaye çû.
__________________________
Fakat bir kadını öldürdüklerinde
Bir aşk dünyanın tüm yerinden gitti.
li vir, di sala jinan de
zarok kuştin
li vir, di sala zarokan de
dayîk kuştin...
----
burada, kadınların senesinde
çocukları öldürdüler
burada, çocukların senesinde
anneleri öldürdüler...
baskê bazekî şikandin
asîman firînek wenda kir
çavê xezalekê kor kirin
awirek ji kîsê deştê çû
guleyek ket qirika kewekê
çiya stranek wenda kir
kulîlkek binpê kirin
bilbil bêhnek wenda kir
lê dema ku jinek kuştin
evînek ji kîsê hemû dinyaye çû
Di welatê min de
Rojname bi lalî jidayik dibin
Di welatê min de
Radyo bi kerrî jidayik dibin
Di welatê min de
Televizyon bi korî jidayik dibin
Tiştên ku ji welatê min re divên
Ew tişt sax jidayik dibin
Wan lal dikin û wan dikujin
Wan keerr dikin û wan dikujin
Wan kor dikin û wan dikujin
Di welatê min de