Ew
Tu bûyî
Li ser perên balindeyek
Piçek şîn
Car caran bihar
Car caran zerî
Bi biharan ra em diketin nav pêlan
Me vedixwar ji şevên hênik û
Berhev dikir berbangan
Ji esmanê rûtenik
Me direşand ser zeriya payîzan.
Bihar dibû hilmek germ
Di nav bijangên min da
Xwe digîhand sewtûwewta dilê bitenê.
Spî dinizilî ji tîrêjên demsalan
Dibû keskesor dipêça hêsan
Sor bi kulîlkên gulanê
Diqulupî ser germahiya havînan...
Girê Sor mîna bûka bixêlî dûr va bi rengawazê keskesorê diteyisî. Kulîlkên biharê yên bi hezar rengî ku rex kanîyê hela mabûn, merî ber bi xwe dikişandin.
Bi çirisîna heyvê ya li ser ava tarî re qefleyek berbûrî hatin, li dû erebeyeke gayan. Qiloçên gayê zer bi şehrên keskesor xemilandî bûn. Xanimzer bûbû bûk, bi xêlîyeke sor.
Koroya nemiran dest bi kilameke dilşewat kiribû, di vê
kilamê de cejn û geşiya serîhildanan bi awazekî
tarîqelêş bela dibû. Her mirovên koroyê, di nav kincên
xwe ên sor de bi dengekî hewargazinî diqîriya. Kewa
di nav milê wan de spî / spî awir diafirandin, gul di
nav nikulê xwe de dikirin zimanê felatiyê. Koroya
nemiran wek jiyaneke xefî li ser
Kulmeke ax ji çavên vekirî re welat
Guleke azad ji dilên girtî re mifte
Ne zêde ye ne zêde... Hedla
Ka qedera gêrgêrîkê, girêza devê pilo
Qe nebû xewlebûna xwe
Beriya tu dûrtir bikevî ji min re bike qûç
Li awêneyên çola nepen
Rewrewk bi pehîna bi kela sozan dikeve
Dara xurmê nabe talde
Ji xeyalên berdûşê hundirê zulma min re.
Taseke şerbet j i dil birijîne dilê bikul
Sî bi şeytanoka re diqîre, find tund dibişire ji dil
Digeşe, dicoşe, dişewite kêlî
Dikumuşe bedena kirasên keskesor
Rêşiyên hermelên hudûdên xesteyar
Binkirasê xilmaşîbûyînê
Bi kund re difirin
Rex bêyomiya bikelmuzon, nava nifirên rom
Buxur, şûr û kûrekûr
Wext, serwext û kom û kuflet
Hêsîr dikeve destê derfetên dûnde
Ez şerûd im çiyayên xwe vedidizim ji mehkumtiya te
Tu li mehkemeyên şeydayan
Dîltiya axê mehkumî mirinê dikî
"Ala Rengîn, şan û rûmeta me çirandin, avêtin ber lingên xwe, pêlê kirin û li şûna wê ya xwe, ya xwînxwaran danîn. Ziman û stranên kurdî bend kirin û tirsek dijwar xistin dilê xelkê."
hêleke min diqutife ji sermê
çiya keleheke asê, rê asê,dem asê
hêviya min kulîlka binê berfê
ha bel bû ha bel bibê
û berf tê
tê
tê..!
bibare berfê
li ber xwe bide kulîlkê,
tu ji vê axê yî, ez ji vê axê..!
wê vebe rengo rengo
piştî taveke xwêjinkî keskesor
sihareke rûbihar e hêviya min
tîrêj-bişirîn rojeke gulî-sor
ha hilat ha hiltê
û berf tê
tê
tê..!
bibare berfê
li ber xwe bide kulîlkê
berf li hêlekê, tu li hêlek ê
hêviya min jî bihar e
"Ji bona anînciha wesiyeta bav û kalan, vekirina tola wan û daçikandina ala xwe ser kelat û çiyayên Kurdistanê em kurd li benda Bihara xwe ne; li benda bareneke bi keskesor..."