Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol
Gönderi Oluştur

101 Biwêj 101 Çîrok

Mehmet Öncü

101 Biwêj 101 Çîrok İletileri

101 Biwêj 101 Çîrok iletilerini, 101 Biwêj 101 Çîrok okur görüşlerini 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Biwêj - Çîrok
Şîreta beytikê ye. Carna mirov şîretan li hin kesên ciwan dikin, guhê xwe nadin mirov, kesên wisa hê ku mirov gotinên xwe xelas nekirine, hin pirsên nû ji mirov dikin. Di zimanê Kurdî de ev biwêj di wateya; -Kes wê şîretê nagire, -Kesê ku guhê xwe bide wê şîretê tune, -Ewên ku tu şîretan lê dikî, berê şîreta xwe girtî ne... Wisa tê bikaranîn:. Weke nimûne; Gote kurê xwe; - Dema ku tu li bajêr, dikevî kolanên bisixlet, li berîka xwe miqate be. Kurik got; - Ewa ku tu dibêjî berê bû. Jina wî ket navberê û ji wî re got; -Qet xwe newestîne, a ku tu dibêjî, şîreta beytikê ye... Binyata vê biwêjê digihije serpêhatiya beytikê û çelikên wê; Dibêjin; Rojekê ji rojan, li bin dareke sêvê, beytikekê çêlikên xwe li serê xwe kom kiribûn, li milekî ew di derheqê xeteriyên jiyanê de fer dikirin, li milê din, şîret û peyvên girîng li wan dikirin... Beytikê digot; - Dema ku, benîadem xarê erdê bûn, bifirin... Ji çelikên wê yekê, gotina wê di devê wê de birî û got: - Dayê, lê ku berê kevir di destê wan de be? Beytikê xwe qehrand û got; - We şîreta xwe berê girtiye, êdî tu tiştê ku ez bi we bidim hînkirin nemaye...
101 Biwêj 101 Çîrok
101 Biwêj 101 Çîrok
Folklor - Biwêj - Çîrok Morika hêşîn belav kirin (Morika hêşîn bi kê re, rih û canêm ji wê re) Carna hin kes hene ku naxwazin dilê kesî ji xwe bihêlin. Kesên wisa her dixwazin ku hemû kesên li dor xwe memnûn û ji xwe razî bikin. Ger sedema wan rast be jî naxwazin xwe bi kesî re xira bikin. Kesatiya wan ên wisa hindek şelaqî jî dihêwirîne. Di