Bilûra min,
Dengê xwe berde!
Dinya, mîna zarokekî berşîr,
Ket dergûşa xwe;
Dengê xwe berde, bilûra min,
Û jê re bilorîne,
Xema wê birevîne!
Bilûra min tu î.
Xemrevîna terkeserên dinyayê;
Û li rohelatî
Dema ko dinya hişyar dibe
Ji xew radibe
Ji me re
Strana azadî û serbestiya
Kurdistanê
Binehwirîne,
Û dengê wê stranê, bila,
Mîna tîrêjên rojê ên pak û zêrîn
Bikeve nav dil û guhên me.
Bilûra min,
Tu î xemrevîna dilketiyên welat.
Celadet Elî Bedîrxan