Sorgul ku di baxan
De vebûn dil dibî gulşen
Bilbil wer dinalin
Bi hezar qîr û hewar in
Xencer ku di dil çün
Çi ye dermanê birînê?
Maçek ji du lêvên te ye
Ka bîne neçar im!
Barê ku me hilgir
Tî ye îro di evînê!
Her çende serî berf e
Bi dil rengê zinar im