Ciweyna Sözleri ve Alıntıları

Ciweyna sözleri ve alıntılarını, Ciweyna kitap alıntılarını, Ciweyna en etkileyici cümleleri ve paragragları 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Ciweyna
dibe êvar xeyalan şiyar dikim bi kurdî findekê vêdixim pênûs şa dibe nameyekê rêwî dikim dibe şev di xemxana xwe de bi kurdî radizêm xewnên min şiyar dimînin dibe sibe bi kurdî dibêjim rojbaş dinya
Sayfa 58 - Aryen Yayınları
Perdeyê vekişîne Bila şev zû têkeve hundir Da ku dilê min û te Tenê hev ronî bike
Reklam
Di çavên te de şil bûm Di kerba dilê te de germ bûm Belkî dizanim tenê bi te biêşim Belkî ji bilî te nizanim hebim De eşqa te de gewr dibim Belkî bê te Bê reng im Belkî bê te Bêdeng im
De were min bibîne Di nav şevê de me Ne stêrk im.
Ji hundir
li ber balgiyê serê min nameyek heye navnîşan orta xewnê xewn jî naqede çi xweş bêriya te dikim gelo li derve ew destên germ nemane? hibr westiya ye? silavan xwe kuştiye? çima nameyên min wisa li bersivên xwe digerin û li wan deran stûxwar in?
Sayfa 33 - Aryen Yayınları
Ma tu nizanî Çem ji çavên te hînî herikînê bûne.