Ciweyna Gönderileri

Ciweyna kitaplarını, Ciweyna sözleri ve alıntılarını, Ciweyna yazarlarını, Ciweyna yorumları ve incelemelerini 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Ma tu nizanî Çem ji çavên te hînî herikînê bûne.
Perdeyê vekişîne Bila şev zû têkeve hundir Da ku dilê min û te Tenê hev ronî bike
Reklam
De were min bibîne Di nav şevê de me Ne stêrk im.
Di çavên te de şil bûm Di kerba dilê te de germ bûm Belkî dizanim tenê bi te biêşim Belkî ji bilî te nizanim hebim De eşqa te de gewr dibim Belkî bê te Bê reng im Belkî bê te Bêdeng im
Ciweyna
dibe êvar xeyalan şiyar dikim bi kurdî findekê vêdixim pênûs şa dibe nameyekê rêwî dikim dibe şev di xemxana xwe de bi kurdî radizêm xewnên min şiyar dimînin dibe sibe bi kurdî dibêjim rojbaş dinya
Sayfa 58 - Aryen Yayınları
Zû xatir xastin ji bajêr çûn Dewsa lingê xwe jî birin Tu divê qey ne li vir bûn û ne ji vir bûn
Ciweyna
Ciweyna
Reklam