dibe êvar
xeyalan şiyar dikim
bi kurdî findekê vêdixim
pênûs şa dibe
nameyekê rêwî dikim
dibe şev
di xemxana xwe de
bi kurdî radizêm
xewnên min şiyar dimînin
dibe sibe
bi kurdî dibêjim rojbaş dinya
Di çavên te de şil bûm
Di kerba dilê te de germ bûm
Belkî dizanim tenê bi te biêşim
Belkî ji bilî te nizanim hebim
Di eşqa te de gewr dibim
belkî bê tê
bêreng im
belkî bê te
bêdeng im
dema ji te cuda dibim
bizane diqurifim
û di eniya min de
qeder dişike
destên min li ser giriyê te dimînin
di xewna te de toza doza xwe dihêlim
dema ji te cuda dibim
nîvenîv dibim
li serê kolana demê
temenê min hêdî gavan diavêje
hinek dibêjin ev mêrik nîn e êdî
hinek dibêjin ji dilekî qewitiye
dîwarek xwe ji ber destê min
dide wê hêlê
tu têyî bîra min
û dîwarê eşqa te ya ji kevir
Di çavên te de şil bûm
Di kerba dilê te de germ bûm
Belkî dizanim tenê bi te biêşim
Belkî ji bilî te nizanim hebim
De eşqa te de gewr dibim
Belkî bê te
Bê reng im
Belkî bê te
Bêdeng im