Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol
Gönderi Oluştur

Çiya Hakkında

Çiya konusu, istatistikler, fiyatları ve daha fazlası burada.

Hakkında

Çîrokên nû yên Tosinê Reşîd, bi navê “Çiya” di nav weşanên Avesta de çap bûn. Berê jî kitêba nivîskar a çîrokan “Min bêriya şevên spî kiriye” derketibû. (Ji çîroka “Çiya”) “Ew Çiya ne xalî bû. Ew Çiya xweyê hêzeke batinî bû, pîroz bû. Ji ber vê jî çiyayên mayîn çavnebarî lê dikirin, hesûdî lê dikirin û ji sê aliyan ve ew dorpêç kiribûn û diguvaştin ser hev. Lê dîsan jî wî serê xwe bilind kiribû û bi bînfirehî ji jor de li wan mêze dikir. Di nêrîna wî de tu hêrs, tu dilmayîn tune bû. Berovajo, di wê nêrînê de xwebawerî hebû, têgihîştina mezinayê hebû, lêborîn hebû. Wî zanibû ew ne tayê wan e! Gor gotina gotiya di salên xortaniya xwe de ew Çiya gelekî bi hêrs bûye, bînteng bûye. Gava go hêrs dibû, lê-lê bû dinyayê xirab bike, agir ber diçû, ji dev û firnên wî agir, alavê dida der. Lê bi sal û dewranan re hêrsa wî datîne, bîna wî fire dibe. Û niha kolozekî spî daye serê xwe, şereke spî lê pêçaye, rîşiyê şerê ser xwe de berdane û mîna kalê zemander cîhana dor xwe mêze dike. Xelkên dorê gişk ji wî re ‘Çiyayê pîroz’ dibêjin, ew gişk baweriya xwe bi wî tînin, rojên dijwar xwe dispêrine wî. Gava sond dixwin, dibêjin: ”Ez bi Çiyayê pîroz kim.” Ew sond ji bo xelkê deverê kêrta kêvir e, çi gilî-gotin hebin, ew gotina dawî ye, ew gotin serê lodê digire.”
Tahmini Okuma Süresi: 4 sa. 32 dk.Sayfa Sayısı: 160Basım Tarihi: Eylül 2018Yayınevi: Avesta Basın Yayın
ISBN: 9786055585754Ülke: TürkiyeDil: KürtçeFormat: Karton kapak
Türler:
Reklam

Kitap İstatistikleri

Kitabın okur profili

Kadın% 50.0
Erkek% 50.0
0-12 Yaş
13-17 Yaş
18-24 Yaş
25-34 Yaş
35-44 Yaş
45-54 Yaş
55-64 Yaş
65+ Yaş

Yazar Hakkında

Tosinê Reşîd
Tosinê ReşîdYazar · 3 kitap
Di sala 1941ê de, li gundê Kûrekend ji dayîk bûye. Ew gund li Armêniya, li navça Êçmîadzîn bû. Rûniştvanên gund gişk kurdên êzdî bûn. Ew heta klasa çaremîn li dibistana gund dixwîne, dû ra xwendina xwe li dibistana gundê cîran didomîne, ku gundê ermeniyan bû. Sala 1964an fakûlta fîzîk-matêmatîk ya Înstîtûta Yêrêvanê ya Pêdagogiyê temam dike. Sala 1975an ew têza xwe doktorayê dinivîse û dibe doktorê zanyariya kîmyayê. Salên dirêj li Ûnîvêrsîtêta Yêrêvanê û Înstîtûtên Akadêmiya Armêniya da karê zanyariyê dike û gelek gotarên zanyarî çap dike. Gotara wî ya yekemîn sala 1961ê li rojnama Riya Teze çap dibe. Ji salên 60emîn dest pê kirî gelek gotar, şiîr û çîrokên wî li rûpêlê rojnama Riya Teze û bi radyoya Yêrêvanê tên belav kirin. Dor 12 salan gelek gotarên wî bi navê Ênsîklopêdiya Kurdî di radyoyê de dihatin belav kirin. Ew gotar ser dîrok, edebiyat û çanda kurdî bûn. Di wan da pirsên kurdayetiyê, yên rojane jî cîhê xwe digirtin. Bin bandora şorişa li Başûrê Kurdistanê, Tosinê Reşîd bi çend hevalên xwe va sala 1963an li Yêrêvanê komela kurdan ava dike. Wê demê ew yekemîn komela netewî bû li seranser Yekîtiya Sovyêtê. Dûwarojê, ji bo hişyarkirin û geşkirina hestên kurdayetiyê ew gelek caran diçe nav kurdên Gurcistanê, Qazaxistanê, Qirqizistanê. Ji sala 1993an ve li Avstraliya dijî. Berhemên Tosinê Reşîd - Kilamê Rê (şiîr, 1975 - Zozan (şiîr, 1984) - Nîvro (şiîr, 1987) - Siyabend û Xecê (şano, 1988) - Şeva bê xew (çîrok, 2000) - Ji bo bîranîna Qanatê Kurdo (tevî Husên Hebeş, 2000) - Min bêriya şevên spî kiriye (çîrok, 2005) Hin berhemên A. Pûşkîn, L. Tolstoy, A. Çêxov, A. Bûnîn, A. Voznêsênskî, A. Îsahakiyan, P. Sêvak wegerandine zimanê kurdî û çap kirine.