Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol
Gönderi Oluştur

Dilşa Gönderileri

Dilşa kitaplarını, Dilşa sözleri ve alıntılarını, Dilşa yazarlarını, Dilşa yorumları ve incelemelerini 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Keşe Tûma;
Îro aşkirina dilê wî yê şikestî li ser me, ango li ser Kurda maye. Hêvî ya wî herî mezin, ji cehalet û ji nezaniyê xelasbûna me ye. Dîtina her Kurdekî zana û ronakbîr, dilê wî geş, beşera wî xweş dike. Çimki tu kesî bi qasî bav û kalên wî ji nezaniya me nekişand. Loma xortê nûhatî û zana, hêvî ya wî ya ku emê cardin, mala xwe û mala wî xeranekin, xurt dike.
Keşe Tûma, Midyat-Silopi civarında yaşamış, dedelerini, ailesinin birçok üyesini Ermeni Soykırımında kaybetmiş bir Ermenidir(Rahip) . 2005 yılında vefat etmiş olup, Midyat
Anoş
Wê şevê ji hemû şeva dirêjtir bû. Wê şevê bi sedan stêrk ji ezmanan xuricîn. Wê şevê her kesî li stêrk a xwe temaşe kir.
Reklam
Zilm, hovîtî, ne însanî
Dema ku çeteyan girtibu ser Hovîtê, hemû Filehên gund di dêrê de kom kiribûn, civandibûn. Fermandar ê dewlet, keçikek e gellek xweşik ji nav koma Fileha ji xwe re hilbijartibû. Demekê bi şûn de derîyên dêrê asê kirin û bi emrê Fermandar agir bi dêr ê xistin. Qîrîn û fîzana Filehên di hundir de derdiket heft tebeqên asîman. Hingê keçika Fileh ku Fermandar ji xwe re veqetandibu, di wê hengamê de xwe ji nav destê eskeran xelas kir û bi saxî xwe avêtibû nav alava agir û bi yên dî re şewitî.
Sayfa 102 - Ermeni Soykırımı, 1915 (Kulp)
"Fermana Fileha"
Keşeyê Dêra Cimarê gotin stand û peyivî; -Şêx Mihemed, îro em mêvan ê te, li ser cilika te ne. Bi salan e ku em ji hev re cîran in, bi salan e ku em hevdu nasdikin. Her çiqas dînen me cihê be jî me ji hev re rumet nîşan da. Em cîran in, kirîv in. Derîyên malê me li hev dinêrin, zarokê me bi hevre dileyîzin. Em bi zimanekî dipeyivin, zimanê me jî Kurdî ye. Ji her tiştî zêdetir em diparezin Xwedayek î. Hûn li camî yê, em li dêrê li ber eynî Xwedayî destê xwe vedikin, ji eynî Xweda yî re lave dikin. Di şîn û şahîyên xwe de jî heta îro em bi hevre bûn.. Belê, belê heya te ji felaketa bi serê me da hatî, ji "Fermana Filehan" heye. Xewa şeva ji me re nemaye, em ditirsin ku ev agir bi van der û doran jî bikeve. Hineka ji niha ve çav kirine mal û milkên me!..
Ermeni Soykırımı, 1915 (Kulp)
Di 15'ê Gulana 1915an de, hemû serokên Ermeniyan yên dînî û civakî li Pasur'ê jî Şêx Mihemed ê Dûderî re bûn mêvan. Hingê Şêx li Pasur ê muftî bû, li der dorê baş dihat naskirin. Zilamekî zana, şareza, rastgo, xwedan qedir û bi rumet bû. Pirraniyan eşîr û gundên Pasûrê mirîdên Şêx Mihemed bûn. Gellek ji wan jî li gundê ku Fileh û Misilman bi hevre dijîn diman.
Ermeni Soykırımı, Nisan 1915
Li gör ferman, her kî alî Ermeniyan bike û li hember ferman ê derketa, ewê jî bihata cezakirin.
1915,Ermeni Soykırımını konu alan "Zûra" Öyküsünden.
Reklam
Şêx Mihemedê Dûderî dibê,
Li ser navê dîn kuştina mirovan qetil û hovîtîyeke mezintir e.
Rostem ê şehîd;
"Bavo, ma te hergav ne digot," Berxê nêr, ji bo kêr." îro roja welat, roja berxê nêr e. Ez naxwazim ku tu li pey min bigirî, ez dixwazim ku tu sitrana li ser min bêje."
Namûs û şerefeke neyartîyê jî heye!
Reklam
Xeyalên me li ber çavên me ditefiyan û me nikarîbû tiştek jî bikira.
Ne rihet bû, lê vê dibistana ku Kurdî lê qedexe bû û cezayê peyivînê barek lêdan bû, bi Tirkî zanîn merîfete ke mezin bû.