ఌ︎ ఌ︎ ఌ︎
Gönülden taht kurduğun halde gönül yakmaktasın
Yakacak mısın oturduğun evi, ey güzellik melikesi
𑁍︎ 𑁍︎ 𑁍︎ 𑁍︎ 𑁍︎ 𑁍︎
Di dil da nî we dîsa dil disojî
Etehriq ya melîke’l-husni darek
Pur ji dîna te xerîb im xanim
Ji te ser ta bi qedem heyran im
Her bi can teşnelebê le'lan im
Dil di benda giriha zulfan im
Yusufê cer'ekeşê hicran im
Nuqteê daîreê zindan im
Lew şubhê daîreê sergerdan im
Badenoşê qedehê hurman im
Bi dil ateş ji ceger buryan im
Lew perîşan im û pur êşan im
'Aşiqê nazik û mehbûban im
Tu mebîn bêser û bêsaman im
Gulê baxê Îremê Bohtan im
Şebçiraxê şebê Kurdistan im
Çi tebî'etbeşer û insan im
Lîllahîlhemd çi 'alîşan im
Di rîya yar li rêza san im
Lew di iqlîmê suxen xaqan im
Sibehê îd e'w ez pê zanim
Ku bi kêra te seher qurban im
Xoş birîndarekî bêderman im
Carekê şefqe ke rûhim canim