Seher bilbil bi hawar e, di dil da we birindar e
Kul û nalîn jı bo ar e , ne gul mane ne gulnarek
Bülbül kalpten yaraladır,seher vaktinde çığlık atar.
Yara ve inleyiş ona yakışmaz ,ne gül kaldı ne gülnar
İnsan ber e 'alem durext sultan ji xelwet hate text
Pê zeyyinîn Îqbal û bext dewlet ji bala tale da
Sultan ji bala hate xwar lahût bi nasûtê vesar
Peywesta bû nuqta medar dewra 'urûcê gerwe da
Aşiq er carek ji bala lê bidit berqa mecaz
Dê li nik sahibdilan hetta ebed bit serferaz
Keşfê esrarê sifatan bê mehebbet nabitin Sûretê esma divêtin da bikîn jê fehim raz
Lami'a husn û cemalê dê ji 'ilmê bête 'eyn
'Işqi da jê hilbitin kî dî heqîqet bê mecaz
Husn û hub bê yekdu nabin dê bikin şah û geda Nûri nadit şu'leya Mehmûdî bê şem'a Eyaz
Me'neya 'işqê dizanî ayeta husnê bixûn
Da tu herfên muhbetê yek yek ji hev kî îmtiyaz
Camid çi kin bi husnê ku wan nezer li xwar e
Xerteb'etên di ebleh çi nêrgiz û çi kerbeş
Bêzî dikit ji gencan ji remz û naz û xencan
Qedré gulan çi zanit kerbeş divêt kerê reş
Xaliba ehlê zemanî ma Mela ademî yin Venemayin ji kerê me'y reş û gayê te yî beş
Şerbeta lam û bê'yan ez bi heyatê nadim Badeya le'lê bi ava zulûmatê nadim
Hûr û wildan û peri cumle cema bin iro
Mûyeki pê ji xetê wê put û latê nadim
Ger bidit dest tewafa pê û destan bigirim Wê mecalê bi wuqûfa 'Erefatê nadim
Ez û yar ger şevekê herdu hemaxûş bibin Leyletulqedr e me ew şev bi Beratê nadim
Canê şîrîn ku ji yar ra bixudan ez dikirim
Ne bi yarê xwe di weqtê sekeratê nadim
Şerbeta zehrê helahil ku hebibê me bi dest
Bi gulab û şeker û qend û nebatê nadim
youtu.be/fhq5PK2Ljog?si=...
Min di dil kovan hezar in dax û keyber bêhîsab Mihneta werdên bi xar in wên di dil da sed nîşab
Sed nîşab in min di dil îro ji xarên sorgulan Yek bi yek peykan çevî bûn çûne cergê da kulab
We ye hudhud ji Seba bêt û bizanîn çi ye hal Ku li halê me xerîban ne sual û ne cewab
Herdu birhên te ne mihrab çi îman û çi kufr Bûd û nabûd ku yek in ev çi sewab û çi 'îqab
Were nîşanî Nîşanî de xwe bê perde seher
Lê ji xûnê bike perhîz ku şehîdan çi hisab