Tu narê firqetê zanî dikarim ez tehemmul kim Diyarê kohê Qendil im meger fil im di 'işqê da
Zehî derdê mezin firqet ceger sot ateşê da dil Cihê sebrê nema çendan ferec min dî di sebrê da
Mela bêqameta yekta qiyamet min bi çehvan di, Firaqê rûsiya bin te ji min canê şîrîn cê da