Ez Û Min

Omer Dilsoz

En Beğenilen Ez Û Min Sözleri ve Alıntıları

En Beğenilen Ez Û Min sözleri ve alıntılarını, en beğenilen Ez Û Min kitap alıntılarını, etkileyici sözleri 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Heke jin tune be, mal jî tune ye, war jî ava nabe û zilam dê jiyaneke hoveber bijîn. Ji ber hindê têkiliya jin û kelûpelan, amûr û amanan, tevn û rîsan, neqş û xemlan têkiliyeke ge- lekî şidiyayî ye û di kodên jêrhişa kultûrî ya civakan de xwe dî nexşeyên kifş û zil in. Çand bi jinê tê kifşê û çand bi jinê dikemile. Ji ber hindê serdarên rastîn ên jiyana şarevaniyê jin in.
Sayfa 44
Ava herikbar şêlo nabe; şêlo bûbe jî gemar nabe. Ew ehlên dilî jî wisa ne, çi bûbe jî ew her zelal in, her pak û paqij... Lê her kes nikare bibe ehlê dili. Ji bo wê ji berra dil divê, dileki leha. Lazim e dil bikemile, seqa bigi- re; di çembera agirîn re derbas bûbe, tafî bibe, safi bibe, di agirê sebrê de bipije, di îşka eşqê de berheliste bibe, hêvênê xwe bigire da ku dil bibe dil, da ku ji dil vedin gul."
Sayfa 7
Reklam
Her ku mirov xwe dinase, jiyanê dinase û pê re wateyê didê. Ji ber hindê, her ku mirov bi xwe dihese û xwe dibîne, pê dihese ku mirov a rastîn li çu war û nişînan hilnayê, hemûevrazî û nişîviyên cîhanê, li ber mirovî çend gaz û bihost in.
Sayfa 53
Mirov tim dixwaze di nîvekekê de be û li wir parasti be.
Sayfa 40
Evînî, tiştekî xweristî bû; mirov dikarin guhê xwe bidine te, lê nikarin vemirînin agirê kezeba te.
Sayfa 78
"Derdê min ne yar e, di siya evîneke de li xwe digerim. Yar hincet e, evîn bo min mebest e."
Reklam
46 öğeden 11 ile 20 arasındakiler gösteriliyor.