Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol
Gönderi Oluştur

Gopalê Sor

Mişel Temo

Gopalê Sor Hakkında

Gopalê Sor konusu, istatistikler, fiyatları ve daha fazlası burada.
0/10
0 Kişi
3
Okunma
1
Beğeni
202
Görüntülenme

Hakkında

Di duyemîn salvegera qetilkirina wî de em Mişel Temo bi kitêbeke çîrokan bi bîr tînin: Gopalê Sor Di duyemîn salvegera qetilkirina wî de em Mişel Temo bi kitêbeke çîrokan bi bîr tînin: “Gopalê Sor”. Ciwanê Abdal, çîrokên Mişel Temo wiha dinirxîne: Mîşel Temo di vê pirtûka çîrokan bingehên çîrokî bi temamî saz kiriye, ango wî saz û bendên çîrokan bi cih aniye. Ya rast di nêrîna min de, wî navdarî tu kêmanî nekiriye, lê belê zêde kiriye, gava ev çende çîrokên xwe bi hunereke afirandêr û bi raz û zêwek giranbuha rêz kiriye û bi hunereke çak van kesên bêkes di ristina çîrokên xwe de ava kiriye, mîna xirnikan û kûpan û dem û dîwar, sînor û zimanan. Di beşên dawî de ji pirtûka xwe navdar de, jixwe ev zêdebûnek e di kurteçîroka kurdî de. Û weke diyar e jî ku çawa gava dest bi rist û hûnandinê dike bi zimanê hin leheng û qehremanên çîrokê dide xuyakirin zor û sitema dagirkeran a li ser kesanê wî bûne, çi lêdan û êşkence û girtin be û çi biyanîbûn û tûnebûn û qedexekirina gel û ziman û dîrok be, ku her gav li gasîna welat pê dihisin û bi ziyan dijîn. Û ya zêde çîrokan xweş dike ew peyv û goftûgoyên rengîn an diyalogên resenî di babeta naveroka çîrokan de. Ew diyaloga ku leheng weke hizr û ramanan pêdikin. Bi bawerî helkewtî û bi zimanekî xemilandî û rapêçayî bi hest û helbestî, ya ku dibe prensîb û raza serdana nivîsandinê. Bi rastî ev gava ku nivîskar Mîşel Temo avêtiye yektirîn ji hezar gavên riya dirêj e, di riya wêje û çanda kurteçîroka kurdî de.
Tahmini Okuma Süresi: 1 sa. 49 dk.Sayfa Sayısı: 64Yayınevi: Avesta
Ülke: TürkiyeDil: KürtçeFormat: Karton kapak
Reklam

Kitap İstatistikleri

Kitabın okur profili

Kadın% 73.9
Erkek% 26.1
0-12 Yaş
13-17 Yaş
18-24 Yaş
25-34 Yaş
35-44 Yaş
45-54 Yaş
55-64 Yaş
65+ Yaş