Kîjan ax mirov dide jibîrkirin, yadê? Ew sê çar selikên axê ku termekî pê dinixumînin an ew erda pehn û berfireh ku bi hezaran çiya û şax û deşt û dol û çem û tew derya jî li hembêza xwe girtine? Bi dehan û dibe ku bi sedan memleket hembêz kirine? Kîjan ji wan mirovan dide jiberkirin, yadê? Ew bosta axê ya li ser gora Brahîmok an ev bi hezaran kîlometrên di navbera min û te de?