Ji bona her kesek yarek heye ê min welat yar e
Belê çibkim di destê dijminê xwînxwar û xeddar e
Çiqas pesnê giran bêjim nikarim ez bidim zanîn
Çeleng û nazik û şeng û şepal û şox û cebbar e
Hezar we min di vê rê de bi van derd û kulan kuştin
Telesma ser devê xorta di sîngê min de reşmar e
Çi zanî qîmetê vê şengeşoxê dijminê bêbext
Ne wek min
Ev bûn û nebûn herdû li cem dilberê yek so
Mala me xerabkirye bi vê bûn û nebû nê
Çavên me di rêjin hêstirê xwînin ko dibênim
Lê ew guliyên reng zer û zêrin vedihûnê
Gulçîçeka evîne
Ken şeker û girînê
Daxwaz ewe ji jînê
Şêrîn şeker dirêjî
Min dî ji wê de hatî
Wek rojê nûhilatî
Lêv şekerê nebatî
Şêrîn şeker dirêjî
Çavên dirêj te kilda
Ebrû bijor ve hilda
Min kul neman di dil da
Şêrîn şeker dirêjî