Şer e, birango şer e!.. Xezeba Xwedê weke çor û qotikê li van erdan ketiye. Xwedayên demên pêşîn li van erdan daketine, hemû pêxember li van erdan bi hev ketine. Werganî bûye... ev erdî pîroz bûye erdekî wergî bênamûs ku rojeke bêyî şer û beyî kuştin ro lê naçe ava.