Kitêba Salê

Hesenê Metê

Sözler ve Alıntılar

Tümünü Gör
Ez jî rabûm min destê xwe bilind kir ku ez jî bi zimanekî din dizanim ku ne Tirkî ye. Mamosteya min berê xwe da min û got: -Sen hangi dili biliyorsun bildiğin dilde "seni seviyorum" nasıl söylenir kızım? Min got: -Ju te hez dikim. -Peki konuştuğun dil neydi, kızım, hangi dille söyledin? Bi serbilindiya ku ji billî Tirkî ez jî bi zimanekî din dizanim û weke wan hevalên xwe aferînekê jê werbigirim, min gotê. -Kurmancî. -Yok, kızım... böyle bir dil yok, dünyada böyle bir dil olamaz. Sadece sen ve ninen anlamış ve dil diye konuşmuş olabilirsiniz. Ama böyle bir dil yok. Hani bazen anne ve babalar ne konuştuklarını çocukları anlamasın diye uyduruk bir şeyler çıkarırlar ya, bu da öyle bir şey, kuş dili diyoruz buna. Mesela: afsır dıfsır nıfsır dıvsır. Yaaa, benim güzel kızım. Hadi şimdi bu dili aklından, ağzından çıkar at kızım...sadece çirkinler konuşur böyle.
Şer e, birango şer e!.. Xezeba Xwedê weke çor û qotikê li van erdan ketiye. Xwedayên demên pêşîn li van erdan daketine, hemû pêxember li van erdan bi hev ketine. Werganî bûye... ev erdî pîroz bûye erdekî wergî bênamûs ku rojeke bêyî şer û beyî kuştin ro lê naçe ava.
Reklam
Di xwe de digiriyam û ji çavên xwe bêtir min ji dilê xwe hêsir dirijand.
Însan rabûne wekîliya Xwedê dikin, bazirganiya Xwedê dikin: li jor, li asîmanan cîh difiroşin û li jêr erdan dikirin.
Jin weke Xwedê ne... dixwazim bibêjim mîna yek ji wan hîkmetên Xwedê ne ku bi tevayiya temenekî xwe î dirêj jî meriv nikare wan fahm bike.
Reklam
100 öğeden 11 ile 20 arasındakiler gösteriliyor.