Mem û Zîn
Perdeya Sêyem
Perde dema ku vedibe, Mem li ser doşeka xwe rûniştî ye û li benda Zînê ye. Dema ku dengek tê dilê wî hildiavêje. Paşê dinêre ku yek tê ku çarşev li ser e. Bê hemdê xwe hewl dide ku rabe. Dema ku dibîne ew jin Perîzad e, fedî dike. Paşê birqînek tê ber çavên wî û Zînê dibîne. Hêz di çoka wê de nîn e û destê xwe daye ser milê Perîzadê. Perîzad, Zîn bir ser doşekekê dide rûniştandin. Perîzad berê xwe dide Mem:
- Ey ne zilam, tu çima şepirze yî? Ji te werê tu şêrkuj û egîd û gelek wêrek î. Devê xwe veke, qise bike ku bila Zîn were ser hişê xwe. Te xêrhatinî jî lê nekir. Ewil te hewl da ku ji ber min rabî. Niha çima xwe wiha bi naz difroşî?
Mem keniya û got:
- Şêr di çoltera evîna te de dibe rovî.
Mem berê xwe da Zînê, bi çavê xwe xêrhatinî lê kir. Hîn jî ji devê wî gotinek dernediket. Di dawiyê de mîna ku bêhna wî çikiya be dibêje:
- Zîn... Zîn... a niha... min bawer kir ku tirsa canan zêdetir e ji tirsa şêr û tîr û kuştinê... Ez û lerizîn... Ev gelek giran e. Bi Xwedê gelek giran e. Bawer bike heta niha qet nerecifîm. Wisa dixuyê ku ez êdî tim li hêviya dîtina te bim û êdî karê min bi hukimdarî û dinyadariyê nîn e. Min ji bo evîna te hemû feda kirin.
...
Pîremêrd
Ev şanoname 120 rûpel xuya dike lê kurmanciya wê tenê 50 rûpel e. Dawiyê soraniya wê hatiye nivîsandin û piştî wê jî bi tîpên erebî ev şano hatiye nivîsandin. Zaravaya wê ya resen soranî ye. Lê camêran awayekî pir rast û xweş wergerandinin kurdî. Ez divêm hûn ji xwe li ser Mem û Zîn hin tiştan zanin. Tenê hin tiştên cûda hene. Wekî mînak; Mîr Zeyneddîn, ne mîrê Cizîra Botan e, mîre Amêdîyê ye. Ji Mem û Zîn jî weke du mirovên neteweperwer hatiye behs kirin. Di her pirtûkê de bi vî awayî behsa wan nayê kirin. Serê pirtûkê behsa jiyana Pîremêrd jî dike. Min ji wê beşê jî sûd wergirt. Min pirtûk bi kêfxweşî xwend û eciband. Di hûndirê çend saetan de hûn ê karibin bixwînin lê bandora li ser mirov dihêle di hundirê çend saetan derbas nabe.
Mem û ZînPîremêrd · Peywend Yayınları · 20165 okunma
Rabûm ji bêtaqetî , gêjî û bêhişî
Ne leyl, ne saqî, ne mey, ne jî meynoşî
Ew cîlwe û naz û xwe veşartin
Te bi nazdarî ez kuştim
Ma tu niha diçî ku derê ?