Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Mişk û Mirov

John Steinbeck

Sayfa Sayısına Göre Mişk û Mirov Sözleri ve Alıntıları

Sayfa Sayısına Göre Mişk û Mirov sözleri ve alıntılarını, sayfa sayısına göre Mişk û Mirov kitap alıntılarını, etkileyici sözleri 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Lê em ne wisa ne. Lê çima? Ji ber ku... Ji ber ku tu heyî li min dinihêrî û ez heme li te dinihêrim.
Sayfa 18
"Çimkî aniha jî ez dikarim herim deverine dûr, George, herim û di şikeftekê de bijîm." "Tu aniha dikarî herî dojehê jî," got George. "Huş be êdî."
Sayfa 21
Reklam
Rojekê, çend zilam li ber Çemê Sacramentoyê sekinîbûn. Min xwe gelekî jîr dihesiband. Min berê xwe da Lennie û gotê, "Xwe bavêje navê." Wî jî xwe avête navê. Qulaçek jî avjenî nizanibû. Beriya ku em xwe pê re bigihînin, tu nemabû bixeniqe. Bi dû re jî bi min re gelekî baş bû, tevî ku min ew girtibû ji avê derxistibû. Ji zû ve ji bîr kiribû ku yê ku jê re gotibû, xwe bavêje nava avê ez bûm.
Sayfa 45
Lêbelê gava ku meriv hînî yekî dibe û bi wî re digere, meriv nikare berî wî bide.
Sayfa 46
Ji bo ku yek bibe mirov ne pêwîst e ku ew pir biaqil be. Heta ji min re wilo tê ku carina berevajiya wê dibe. Bi rastî kêm caran Ji kesekî jîr ii qumaz mirovekî qenc derdikeve.
Sayfa 49 - pdfKitabı okudu
"Çima naxwazin te li wir bibînin?" "Seba ku ez reş im. Li wir, bi kartan dilîzin, lê ez nikarim bilîzim, ji ber ku ez reş im. Dibêjin ku bêhna pîs ji min re tê. Lê ez ji te re bibêjim, bêhna pîs ji we tevan tê min."
Sayfa 73
Reklam
"...Çu başiya pirtûkan tuneye. Mirov li kêleka xwe hewceyî hinekan e." Kelogirî bû. "Ku kesekî wî tunebe, mirov dîn dibe. Kî dibe bila be, lê hema bila li ba te be. Ez ji te re bibêjim." Êdî bang dikir. "Ez ji te re bibêjim ku mirov zêde tenê bimîne, nexweş dikeve."
Sayfa 77
Esil tiştê pêwîst hevaltî ye, peydabûna canekîye..
1.000 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.