Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Mişk û Mirov

John Steinbeck

En Yeni Mişk û Mirov Sözleri ve Alıntıları

En Yeni Mişk û Mirov sözleri ve alıntılarını, en yeni Mişk û Mirov kitap alıntılarını, etkileyici sözleri 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Esil tiştê pêwîst hevaltî ye, peydabûna canekîye..
Esil tiştê pêwîst hevaltî ye. peydabûna canekî ye.
Sayfa 86 - pdfKitabı okudu
Reklam
Ji bo ku yek bibe mirov ne pêwîst e ku ew pir biaqil be. Heta ji min re wilo tê ku carina berevajiya wê dibe. Bi rastî kêm caran Ji kesekî jîr ii qumaz mirovekî qenc derdikeve.
Sayfa 49 - pdfKitabı okudu
George got, "Erê. Her cure sewze di bêxçe de wê hebe, gava ku dilê me çû hinek wiskî, em dikarin çend hêkan, an jî tişteki din, bo nimûne, çîçkek şîr bifiroşin. Dê risqê me bi tenê bi xêra wir be. Em ê aidî wir bin. Em ê nema bê gav bin ku bidin ser rê û dirbên welêt û xwarinên aşpêjekî Japon bixwin. Na birawo, wè ciyekî me yê ku em ê aidi wir bin hebe û em ê êdî di nivînxaneyan de ranezin."
George bi gotina xwe de çû, "Her şeş mehê carekê, an jî di wan deman de, wê kêvrîşkên mê bizên û her wiha ji bo xwarin û firotanê wê birrek kêvrîşkên me hebin. Ji bilî wan, wê çend heb kevokên me jî hebin, ew ê li dora aşê bê bifirin, her wekî çaxa ku ez zarok bûm dikirin." Bi coş û peroş li jora serê Lennie, li dîwêr nihêrî. "Ú ew ê yên me bin, wê kes nikaribe me biqewitîne. Ku kêfa me ji yekî re nehat, em ê bikaribin bibêjinê, 'Bicehime here ji vir, ew ê jî ji mecbûrî lê de here. Gava ku hevalek di texma me re derbas bû, wê nivînekî zêde hebe, em ê bibêjinê, "Tu çima şev li vir namînî?' ew ê jî bimîne. Wê kûçikekî me yê nêçîrê û du pisîkên me yên xetxetî hebin, lê divê haya te ji pisîkan hebe ku kêvrîşkên biçûk nerevinin"
George awireki bilez da Slim û ew awiren aram & yezdani li ser xwe ditin. Bi dû re, George got, "Ecêb e. Min bi wi re gelekî kêf kir. Ji ber ku hingi gêj bû û nikaribû xwe biparasta, min henek pê dikirin. Lê ji ber wê gêjiya xwe nizanibû henek ji pë têne kirin. Min kêfa xwe kit. Ez li ba wî geleki jir xuya dikim. Ez çi ji wî re bibêjim, wê bike. Ku ez bibêjimé, bide ser kortalcké ú bimeşe, ew ê bimeşe. Piştî demeke, ev tişt ji meriv re êdî nabe kêf. Çu caran ji van tiştan naqehire. Min carcaran wisa li wî da, ew hûrxaşî hev kir, lê ew jî bi tenê bi lepên xwe ve dikare temame hestiyên laşê min bişikéne, lê heta roja îro wi tiliya xwe li ber min ranekiriye." Dengê George qelibi ser rengê mukirhatinė. "Tu dizani çi hişt ez vê yekê bidime sekinandin. Rojekê, çend zilam li ber Çemê Sacramentoyê sekinîbûn. Min xwe geleki jir dihesiband. Min berê xwe da Lennie û gotê, "Xwe bavêje navê." Wi ji xwe avête navè. Qulaçek ji avjeni nizanibů. Beriya ku em xwe pê re bigihînin, tu nemabû bixeniqe. Bi dû re ji bi min re gelekî baş bû, tevî ku min ew girtibû ji ave derxistibû. Ji zû ve ji bîr kiribû ku yê ku jê re gotibû, xwe bavêje nava avê ez búm. Bi dû re, min careke din tişteki wisa ebeden nekir .
Reklam
Lennie heska xwe di nîska peyvê dakir, "Lê em ne wisa ne. Lê çima? Ji ber ku... Ji ber ku tu heyî li min dinihêrî û ez heme li te dinihêrim." Bi kêfxweşî keniya, "De bidomîne, George!" "Te jiber kiriye. Tu bi tena serê xwe jî dikarî vebêjî." "Na, tu vebêje.
George destê xwe vekir. "Heydê. Bide min. Tu nikarî min bixapîni." Lennie dudili kir, bi paş de çû, bi awayekî hov li xeta sincan nihêri, mina ku di hişê wî de ji bo azadiya xwe rev hebe. George bi rûsarî gotê, "Tu yê wê mişkê bidî min, qey divê li te xim?" "Çi bidim te, George?" "Tu baş dizanî çi ye! Ez wê mişkê dixwazim." Lennie bêyî dilê xwe destê xwe dirêjî berîka xwe kir. Dengê wi piçekî qelibi. "Ez nizanim bê ka çima ez nikarim wê bi xwe re bigerînim. Ne mişka kesekî ye. Min ew nediziye. Min ew li ber riyekê veleziyayî dît." Destê George bi awayekî mîrane vekirî sekinî. Hêdîka, mîna tajiyekî ku dil nake here gogê bigire bihere ba xwediyê xwe, Lennie çû nêzîk, xwe bi paş de da, dîsa çû nêzîk. George tiliyên xwe bi şid şîqand, bi vî dengî re Lennie mişk danî nava destê wî.
“ Tehma avê neyî xirabe . Lê wisa xuya dibe ku ev av naherike. Lennie , divê tu çu caran ava ku naherike venexwî .”
Pirtûk ji ne hêjane pênc peran. Esil tiştê pêwîst hevaltî ye, peydabûna canekî ye.
1.000 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.