Ji bo ku yek bibe mirov ne pêwîst e ku ew pir biaqil be. Heta ji min re wilo tê ku carina berevajiya wê dibe. Bi rastî kêm caran ji kesekî jîr û qurnaz miroveki qenc derdikeve.
Ev e, ew mirovekî wilo bû... gelekî nişmî bû. Rojên yekşeman ger ew neçûya cihekî jî, dîsan wî kincên xwe li xwe dikirin, heta wî qerewat jî dixiste stûyê xwe. paşê ji odê derdiket.
"George."
"Dîsa çi dixwazî?"
"George, hespan zîtik neavêtine serê min, ne wisa?"
George bi dilkevirî got, "Xwezî avêtibûna, wê hingê dê pirr qenc bûya. Wê hingê serê tu kesî ew qasî nedikete belayê."