George got, "Erê. Her cure sewze di bêxçe de wê hebe, gava ku dilê me çû hinek wiskî, em dikarin çend hêkan, an jî tişteki din, bo nimûne, çîçkek şîr bifiroşin. Dê risqê me bi tenê bi xêra wir be. Em ê aidî wir bin. Em ê nema bê gav bin ku bidin ser rê û dirbên welêt û xwarinên aşpêjekî Japon bixwin. Na birawo, wè ciyekî me yê ku em ê aidi wir bin hebe û em ê êdî di nivînxaneyan de ranezin."