Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Mişk û Mirov

John Steinbeck

Mişk û Mirov Gönderileri

Mişk û Mirov kitaplarını, Mişk û Mirov sözleri ve alıntılarını, Mişk û Mirov yazarlarını, Mişk û Mirov yorumları ve incelemelerini 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Pirtûk ji ne hêjane pênc peran. Esil tiştê pêwîst hevaltî ye, peydabûna canekî ye.
Reklam
Ji bo ku yek bibe mirov ne pêwîst e ku ew pir biaqil be. Heta ji min re wilo tê ku carina berevajiya wê dibe. Bi rastî kêm caran ji kesekî jîr û qurnaz miroveki qenc derdikeve.
Mirov li kesên ku pir bi hev re digerin rast nayê. Ez nizanim bê ji çi ye. Dibe jî ji ber ku mirov li vê cîhana pis ji hev ditirsin.
Rastî nişmîye :)
Ev e, ew mirovekî wilo bû... gelekî nişmî bû. Rojên yekşeman ger ew neçûya cihekî jî, dîsan wî kincên xwe li xwe dikirin, heta wî qerewat jî dixiste stûyê xwe. paşê ji odê derdiket.
Reklam
Şêweyên tenêtîyê
"...Pirtûk kêrê tu tiştî nayên. Pêdivîya mirov bi yekî heye, mirov dixwaze nêzî kesekî be. Weke ku binale domand; ger bêkes be, mirov dê aqil bavêje. Qet ne girîng e kî ye, tanê divê yek li ba mirov be. Ji min bawer bikin, ger mirov zêde tenê bimîne nexweş dikeve."
112 syf.
9/10 puan verdi
·
4 günde okudu
Min ev pirtûka John Steinbeck demek berê wergerandina bi zimanê Tirkî xwendibû. Vê carê min dît ku Kurdî jî wergera wê heye carek dîsa min ew dûbare kir.. Baş e ku min wergera Kurdî jî xwend ji ber ku vêca bandoreke zêdetirîn li ser min hîşt. Di dawiya pirtûkê de kelogirî bûm , pirtûk qediya her weha min fîlma wê jî temaşekir. Bi min fîlm gelek serkeftî bû lehengên pirtûkê min çawa di hişê xwe de xeyal kiribû di fîlmê de jî wekî wisan bû. Lennie û George... Çîroka du hevalan ,du rêncber, rêheval, ji aliyê fîzîkî ve li dijî hev lê xewn û xeyalên wan ne dijî hev. Xeyalên spehî, germ, dilpak... Ez bi xwe jî bûm şirîkê xewn û xeyalên wan hestên ku li min peyda kirin bû sedema rijandina çend rondikan :( Ji bilî her du yan çîroka Candy û kûçikê wî jî gelek dilşewat bû. Pêşniyar dikim Ji pirtûkê gotinek: " ji bo ku mirov baş bin ne hewceye ku bi aqil bin, dilê paqij bes e."
Mişk û Mirov
Mişk û MirovJohn Steinbeck · Lis Yayınları · 2010172,3bin okunma
1.000 öğeden 11 ile 20 arasındakiler gösteriliyor.