Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Nûbihar Dergisi - Sayı 161

Nubihar Dergisi

Nûbihar Dergisi - Sayı 161 Sözleri ve Alıntıları

Nûbihar Dergisi - Sayı 161 sözleri ve alıntılarını, Nûbihar Dergisi - Sayı 161 kitap alıntılarını, Nûbihar Dergisi - Sayı 161 en etkileyici cümleleri ve paragragları 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Berf
Berf hatî li serê salê Sipî dike gulyên darê Ew berf tê bi hilolîka Sipî dike ser kulîlka Berfa me gelekî fedyok Winda kir şewq tîrêja rok Berfek pir xweş û leylavî Ew bi sîmavî û avî Berfa sipî tê ji ezman Tê li ser deşt û li zozan Berfê çawa pesin bi dim Hema dibêjim xwezîz tu bim Çi qasî tu sipî bike Qet tu dilê min şa nake Çi qa tu bê li buharê Qet tu ne sipî wek yarê
Dilbend Xelîl
Welatê Min Xerabe Ye
Welatê min ne ava ye Wekî bûka bêzava ye Herdem nav kul û cefa ye Berfa çiyan tev hela ye Li nav golan av ceva ye Lê ew av tev bereday e Li nav welat kes nemaye Welatê me tev vala ye
Dilbêzarê Bêkes
Reklam
Yên Ku Em Ji Bîr Kirin
Yên ku em ji bîr kirin, weke ku şevekê me li derîyê hev nexistibe, ne girîya bin bi hev re, ne kenîya bin û çixareya dawî di bakêtên xwe de, bêhin, bi bêhin li hev negerandibe.
Ciwan Nebî
Mala Dilê Min Ava Be
Ey dil mala te ava be Bes e ji vê xewê rabe Ev halê te dê çawa be? Dijminê te pir xerab e Were tu bi wî nexape Ew dijmin li te siwar be Nayê xwar get peya nabe Nebêje ev çi hesab e
Dilbêzarê Bêkes
Di Cengê De
Di cengê de dibe mêr bimrin bi nexweşiyan, binav bibin mêr, dibe bihewirin jî teksiyê wan . Di cengê de dibe mêr bimrin ji şîniyê, ji dûrbûnê, ji hezkirinê
Ciwan Nebî - Di Cengê De
Porevorê | Dilêrê Kurd
Por evorê. Ne tu porê xwe şeh dikî. Ne dişoyî. Wa icolî. Gijo mijo li ber bê dikî. Kiras berdayî. Ling pêxwas. Ne dînî tu xwe dîn dikî. Li panavan. û gastînan. Axê bi ser xwe wer dikî. Zarok û mindal û. Biçûk. Her yek û fîxanan dike. Dibêjin lê. Por evorê. Dîna eware. Li şorê.
Reklam
Teqîn Li Hev Dixin Bajêr
Teqîn lihev dixin bajar, civîkên li esîmanan, kevokan, rêyên kevokan !! Tu ê çi bikî ji pêvî ku kevokek biterqî bi aliyan de?!! Bi aliyan de diterqin term xwîn, parçeyên terman û dilê te ji te dikeve,
Ciwan Nebî
Peng • Elîxan Loran
Ji bo hemû eglekirinan Dibişkuvin keser Qilêrên sebr û deyaxê dibin tert û tên xwarê Li ser enîya min Xwêdana henûnî û zenûnîya hezkirinekê Ron, ron, ronî
... Ax ji wan cadû-nêrgizan ku çi felek rakir! Ax ji destê wê mestê ku li yên şiyar çi kir! Hêstirên min bûn rengê şefeq, ji cewra yarê Si'ûda bêrehm bibîn ku axirê kar çi kir? ... Hafizê Şîrazî
Zarokên Pijiqandî
Reviyayî ji xelîtkên bavên xwe bajar serbestiyek ji ferhengan derdixin û li qeraxên kolanekê, di meydanekê de bitenê di bîreweriya xwe de vedihisin zarokên kurda ne tu ê ji sixêfê wan nas bikî. Reş dîroka te ya li riwê wan belavbûyî,
Ciwan Nebî
Reklam
Xwezî | Dilêrê Kurd
Xwezî gulek bama. Di destên te de. Tê min bêhn kiriba. Lê ne kulek bama. Ji wan kulên te. Tê min biperitanda. Bi nifirên xwe. Ezê jî vekişyama. Dûr ketibama. Ji hempa û. Oflaziya te. Bi dilşikestî. û pişt bida te.
Dilêrê Kurd
Ez Im Kurd (6) | Elîriza Spahî Layîn
tawanbarekî bêsûc! li berxwedanê yek im li êrişan yek im li parastinê yek im lê, li wergirtina heqdestê...?! axavtinê nizanim û nizanim çima... li ziman û çanda xwe dilgerm nînim û nizanim çima... ez bê rojname û tilivîzon im û nizanim çima... lê, dema dipirsim çima? tê gotin: eva pirsa dijminan e pirsa neyaran e… lê, nizanim ku dijmin kî ye û dost kî? dijminatî çî ye û pirsa dijminan bi çi rengî ye?
NAVÊ TE | Dilêrê Kurd
Min nav te. Nivîsand. Li ser pelên. Dara. Payiz hat û. Dar hilweşand. Pel firîn. Min jî. Dergeh. Li dil. Dara.
Dara Ziman
... "Min ji mezinên xwe guhdarî kiribû. Wana ji me re gotina dareke bi vî rengî dikirin. Navê wê darê jî 'Dara Ziman' bû. Digotin, dema mirov dûrî Dara Zimên dikeve, dengê wî dernakeve. Çiqas dûrî darê be ewqas bêdeng dibe. Heta ku xwe nê- zika Dara Zimên bike. Kengî were bin darê, dengê wî tê asta berê û heta xurtir derdikeve." ... A. Benek
Ez Im Kurd (5) | Elîriza Spahî Layîn
tawanbarê bêxwedîtîyê tawanbarê bêxwedatîyê tawanbarê bêolitîyê bê peyxembertîyê û nebawermendîyê bê paşeroj... bê parêzer... bê mifa... bê maf! bê ziman bê pere bê mal bê heval! Lê, nizanim çima...
131 öğeden 1 ile 15 arasındakiler gösteriliyor.