NAZÎÊ ZERÎÊ
Çî te ra nin dêmê gulî,
Çî te ra nin çe'vêd reş,
Tu hubê ra ne 'evdal î,
Tu gede yî, sewdafe'ş.
Tu çi zanî nazîê zerya,
Tu çi zanî huba dil,
Gelo rokê dil te helya
Bona dêmê min î gul?
Şikoyê Hesen
Bêy te ezî zimanlal im,
Bêy te nexweş û bedhal im,
Bêy te teyr im, perşikestî,
Mirin li min dike qestî.
Bêy te ezî birîndar im,
Bêy te bêmal û bêhal im,
Bêy te min ra tune ‘emir,
Bêy te dil min dibe kevir.