Li zanîngehin bilind, li dibistanan, li fêrgehan, herdem tête gotin ku, "Du caran du, an jî, du heb du, dibe çar." Ez, ji birkariyê, parzemînî yê û esmannasiyê, fêm nakim. Lê belê ez dibêjim ku:
Du caran du, an jî du heb du, nabe çar, Dibe yek.
Argûşk û diran, lêv û ziman, nabe çar. Dibe yek. Dibe dev. Dixwîne, dibêje, dişîqe. Bê perde û bê dîwar.
Reh û Gewde, şax û pelg, nabe çar. Dibe yek. Dibe dar. Dibe çinar. Dirêj, stûr û bextewar.
Tax û mal, kuçe û papûr, nabe çar. Dibe yek. Dibe Bajar. Tê da, jiyan dikin, axa û xûlam, xizan û maldar.
Du heb Mil û du heb çeq (çîp), nabe çar. Dibe yek. Dibe Beden. Dibe mirov. Dibe can, dibe candar.
Beng û delalî, Bedewî û lihevhatin, nabe çar. Dibe yek. Dibe Heval. Dibe evîn. Dibe Dildar.
Vê bizanin. Min bikin hezar liç û hezar gincî, hezar guleyan berdin canê min, min hezar caran bikujin, bi darvabikin jî, Kurdîstan, çar par nabe. Nabe çar. Dibe yek. Dibe çiya. Dibe deşt, Dibe zinar.
DİBE KURDÎSTAN..