feleka xayin
ji xelkê ra
şîr û mast
ji me re
êş û jan
xem û kul
didoşe.
ka bêje
ey feleka xayin
qelenê te
çend qurîş e?
ger xwîn bixwazî
va ye ez
serê xwe datînim
li ber xencerê
pêşî min bikuje !
em bi hevre mirin mirovno!
pênc hezar însan
ne şînahiya esmanan
ne xweşikbûna kûlîlkan
herikîna çem û robaran
û ne jî berbangên awaz çivîk xema me ne êdî.
stranên me yên evînî rawestiyan
lê negerin
dê bibişire bihar li bexçê
li zeviyê genim har û dîn
evîn zaroka herî çeleng û şîrîn
û nan û biratî û bextewarî
wê mîna dildarekê ramûse
rûyê xweşik ê jiyanê
wê bibare barana herkes li bendê bû
Bes bêdeng bimîne çavreşa min
Îşev were
Lêvên min ên xwînokî
Li ser toza kulîlkên rûyê xwe bigerîne
Bila di hembêza te de hêlîna xwe çê bike
Bedena min a di êşê de dîlmayî