Tembûrê Kurda

Şikoyê Hesen

Tembûrê Kurda İletileri

Tembûrê Kurda iletilerini, Tembûrê Kurda okur görüşlerini 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
JANNA, JANNA Janna, Janna, Bîna te ya Gulbaxana, Qameta te ya Rihana, Meşa te ya Kar xezala, Ku çing dikin Şax-şepala. Şikoyê Hesen (1928 -1975) Jêrenot gulbaxan: gulberoj qamet: bejn, qam çing kirin: banz dan, firqas kirin, helperîn şax û şepal: kornepişîk (pisîka kovî) û piling.
Tembûrê Kurda
Tembûrê Kurda
'Erf-'edetê miletê xwe dernaêm, Dost-bratya tu mileta dernaêm, Dinê pê da, 'erşa pê da bigerim, Bin beyraqa Wetenê xwe dernaêm... Navê Barzanî ku dibhêm tim car, Dilê min dibe gulistan, bihar, Zanim Kurdistan wê 'ese çêbe, Altindarya Kurd ez dikim bawar... Şikoyê Hesen Jêrenot: 'ese: birastî Altindarî: serkeftin
Tembûrê Kurda
Tembûrê Kurda
Reklam
Çarîn
Gulek şîn bû li ser qeyê, Dûr ji bilbil, gul, hêşnayê, Go, tenêbûn rast mirin e, 'Emir tune bêy şîn, şayê. Lo-lo dilo, teyrê bêcî, Tu pey kawa qemer neçî, Tuê bihelî, tuê biqelî, Mîna bilbil tuê bib'ecî. Şikoyê Hesen Jêrenot: Qeye(ji Tirkî kaya): Zinar, teht.
Tembûrê Kurda
Tembûrê Kurda
Qafseqet divên: "Bira bibe şerr, Bes e xwey kin barûtê ha terr", Lê ew nizanin zerpa atomê Dinyaê xirav be, -a ev e keder... Şikoyê Hesen
Tembûrê Kurda
Tembûrê Kurda