JANNA, JANNA
Janna, Janna,
Bîna te ya
Gulbaxana,
Qameta te ya
Rihana,
Meşa te ya
Kar xezala,
Ku çing dikin
Şax-şepala.
Şikoyê Hesen (1928 -1975)
Jêrenot
gulbaxan: gulberoj
qamet: bejn, qam
çing kirin: banz dan, firqas kirin, helperîn
şax û şepal: kornepişîk (pisîka kovî) û piling.
'Erf-'edetê miletê xwe dernaêm,
Dost-bratya tu mileta dernaêm,
Dinê pê da, 'erşa pê da bigerim,
Bin beyraqa Wetenê xwe dernaêm...
Navê Barzanî ku dibhêm tim car,
Dilê min dibe gulistan, bihar,
Zanim Kurdistan wê 'ese çêbe,
Altindarya Kurd ez dikim bawar...
Şikoyê Hesen
Jêrenot:
'ese: birastî
Altindarî: serkeftin
Gulek şîn bû li ser qeyê,
Dûr ji bilbil, gul, hêşnayê,
Go, tenêbûn rast mirin e,
'Emir tune bêy şîn, şayê.
Lo-lo dilo, teyrê bêcî,
Tu pey kawa qemer neçî,
Tuê bihelî, tuê biqelî,
Mîna bilbil tuê bib'ecî.
Şikoyê Hesen
Jêrenot:
Qeye(ji Tirkî kaya): Zinar, teht.