Tizbî, Desmal Û Tasek Av: Şakiro

Kenan Söylemez
8/10
1 Kişi
2
Okunma
1
Beğeni
247
Görüntülenme
Ziman, edebiyat û heya bi derekê dîrok di nav civakên ku nivîs bi berbelavî nayê bikaranîn de bi rêya kevneşopî û ew kesên ku di nav wê kevneşopiyê de cih digirin li ser piya dimîne. Zindîbûna kevneşopiyê di rewşeke wisa de ji aliyekî ve jî berdewamiya civakê ye û lewma jî şopîner û nûnerên wê şopê jî xwedî roleke girîng in di civakê de. Bîra wan, bîra civakê bû, hebûna wan zîndîbûna bîra civakê û berdewamiya hebûna civakê bû di heman demê de. Dengbêjî û dengbêj ligel hinek kevneşopiyên din û nûnerên wan kevneşopiyan di nav civak û çanda kurdan de roleke wisa girîng digirt ser xwe. Wan ne tenê bûyerên demên berê bi deng û awazên xwe dianîn ziman; di heman demê de bi wan çalakiyên xwe ziman û edebiyata gel jî zindî, li ser piya dihiştin. Bi gotineke din a zelal ew barkêşên ziman û edebiyat û dîroka gel a nenivîsandî bûn. Gava em ji îro ve li doh dinêrîn wê girîngiya rola wan a di zindîbûn û berdewamiya ziman û edebiyata kurdî de bi awayekî zelal dibînîn. Gava mijar dibe dengbêj û dengbêjî di nav kurdan de bêguman di serî de Evdalê Zeynikê û ev şopa ku li pey xwe hiştiye tê bîra mirov; ew şopa ku bi Reso dewam kiriye û xwe gihandiye Şakiro. Kî bûn, di nav kîjan şert û mercan de berê xwe dabûn vê şopê û bi çi zehmetiyan ew şop li ser piya dihiştin? “Tizbî, Destmal û Tasek Av: Şakiro” wek bersiveke van pirsan e. Nivîskar di vir de bi honandineke edebî ku deqên xwe ji rastiyê sitandine serboriya Şakiro û dengbêjiya wî, têkiliyên wî, evîna wî, ew şopa ku daye pey û heya dawiya emre xwe li pey maye, zehmetiyên ku kişandine û tenêtiya wî ya dawî nîşanî me dike. Lê her çiqasî vegotin li ser Şakiro hatibe honandin jî, leheng hemû dengbêj in!
Yazar:
Kenan Söylemez
Kenan Söylemez
Tahmini Okuma Süresi: 2 sa. 57 dk.Sayfa Sayısı: 104Yayınevi: Avesta Yayınları
ISBN: 9786258383010Ülke: TürkiyeDil: Türkçe

Yorumlar ve İncelemeler

Tümünü Gör
104 syf.
8/10 puan verdi
·
Beğendi
Tîzbî, Destmal Û Tasek Av: Şakiro wek navê berhemek ser dengbêjî û ser Kewê Ribat Şakiro ye. Niviskar Kenan Soylemez berhema xwe a yekem de .Tevî xwênera xwe şopa Şakiro digire û xwe digihîne deng û denbêjiya Serhedê. Şakiro, Bedihê Çavşûşe, Ferzê,Reso, Şêx Silê, Gula Bavfile û Evdalê Zeynikê. Berhem bi awayê vegotinê avakiriye. Zimanekî hêsan, vegotin û hûnandina bûyeran ew qas efsûnî diherike. Mirov wê wetrê li wan gundan wan rêyan dimeşe. Destê du pey dengbejan diçe û axiryê de. Di dîwana dengbêja da rudunê û guh dide wan. Derheq Şakiro de agahiyên cur bi cur hene. Diyalogên di navbera Şakiro û Reso a herî balamin kişandi bû. Herdu dengbej jî çiqas mezinbin jî ew qas dilnimizin. Axirî ewe ku dilsoziya hemû dengbeja a deng û bejî yê dengbejî haniye vê rojê. #şakiro
Tizbî, Desmal Û Tasek Av: Şakiro
Tizbî, Desmal Û Tasek Av: ŞakiroKenan Söylemez · Avesta Yayınları · 02 okunma
Reklam
100 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.