Tofan Sözleri ve Alıntıları

Tofan sözleri ve alıntılarını, Tofan kitap alıntılarını, Tofan en etkileyici cümleleri ve paragragları 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Ew behs û tirsa wan du peyvikên ku min ji cenabê te re got ez ê dûre vebêjim , a wê çaxê li min hasil bû, ya arif, du peyvikên ku min pê re negihand û min bi xwe re birin aliyê din, min bi xwe re birin binê erdê. Wê çaxê min xwest ez ji ser gorna xortan vegerim û mîrê xwe, Mîr Zînedin re gotin bi gotin vebêjim: " Ma tu dizanî bê tofana diduyan ji bo ehlê Botan e, mîrê min! Lê wek ku min got, min pêre negihand. Tajdin rê ne da.
Sayfa 47 - Weşanên PeywendKitabı okudu
Em ê wan bavêjin ber lingên we û divê hûn jî usa bikin ku...vatiniya xwe ya welatperwerî usa pêk bînin ku wan lînç bikin, lînç!
Reklam
"Li vê dinyayê em (kurd) gelek caran êşiyan û hîn jî dêşin, di her carên weha de êş li me bû hêsîrên çavan û hîn jî dirijin. Me jî bi wan hêsirên çavên xwe agirê dojehê vekuşt û êdî di ola me de dojeh nemaye."
Bajarê me êdî ne bajarekî mezin û pir giran e, Êdî ne li ser heft şiyan e. Êdî ne li ser sêsed û şeş deriyan e. Her derikek êdî ne li ser sêsed û şêst û şeş wileyatan e.
Sayfa 69 - Weşanên PeywendKitabı okudu
Xwedêyo, tu dibêjî qey te dîzikek rakiriye û li erdê xistiye... ew ferşên miqedes, ew kevirên mîna şev û royê, nîşana baş û xirabiyê di ser hev de gêr bûne û li nav hev ketine.
...meriv ji wan re li çepikan nexin, meriv bi serê xwe bifikirin û bi zimanê xwe bipeyivin... a wê çaxê meriv heram û xayîn in.
Reklam
38 öğeden 11 ile 20 arasındakiler gösteriliyor.