Wergera Qur'ana Piroz Bi Zimane Kurdi

Kolektif

Wergera Qur'ana Piroz Bi Zimane Kurdi Sözleri ve Alıntıları

Wergera Qur'ana Piroz Bi Zimane Kurdi sözleri ve alıntılarını, Wergera Qur'ana Piroz Bi Zimane Kurdi kitap alıntılarını, Wergera Qur'ana Piroz Bi Zimane Kurdi en etkileyici cümleleri ve paragragları 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Sûreyê Îbrahîm:2
...Wax li wan kafiran be, ji ber ezabekî dijwar û giran!
Sayfa 256 - Nûbihar
Cihû/Yahudi. - Alî Îmran:112
Cihû, li ku dibin bila bibin bêrûmetî li ser wan hatiye vegirtin (nikarin serbest bijîn); ji bilî ku ew xwe bi werîsê Xwedê û werîsê mirovan (mislimanan) bigirin. Vêca ew, bi hêrseke ji nik Xwedê vegeriyan û şermezarî li ser wan hate xistin. Ev yek ji ber vê ye ku wan ayetên Xwedê mandel dikirin û bi neheqî pêxember dikuştin. Ha ev jî bi sedema ku gunehkarî dikirin û ji ser xwe ve diçûn.
Sayfa 65 - Nûbihar
Reklam
A'raf: 105
(Musa {a.s} dibêje): "Pêdivî ye li ser min ku li ser navê Xwedê Teala ji rastî û heqiyê pê ve ez tiştekî dîtir nebêjim..."
Sayfa 165 - Nûbihar
Alî Îmran:28
Bila bawermend ji bilî bawermendan, kafiran ji xwe re nekin dost û piştevan! Kî vê bike, bila tu hêviyê ji Xwedê meke. Lê ku hûn hefza xwe ji wan bikin ev xem nake, Xwedê Teala we ji xwe dide tirsandin û veger bes bi bal Xwedê ve ye.
Sayfa 28 - Nûbihar
A'raf: 156
(Xwedêyo!) Tu di vê dinyayê de qenciyê (jiyaneke xweş, encameke baş û serkeftina ji bo karê baş) û li axretê jî ji bo me rindiyê (çûna bihiştê) binivîse. Bi rastî me bi bal Te ve tobe kir. (Xwedê) Got: Ez kê bivêm ez ê ezabê xwe lê raselitînim û merhemeta min jî dor li her tiştî girtiye. Vêca ez ê wê (dilovaniyê) ji bo wan ên ku xwe (ji kufr û gunehan) diparêzin û zekata xwe didin û ew ên ku bawerî bi ayetên me tînin, misoger bikim.
Sayfa 171 - Nûbihar
Ali imran
Xwedayê me! Piştî ku Te em anîn ser riya rast dilê me jê venegerîne. Ji nik xwe rehmê li me bike. Em bawer in ku yê pir dayende û bexşende her Tu yî.
Sayfa 51 - Nûbihar
Reklam
16 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.