(Xwedêyo!) Tu di vê dinyayê de qenciyê (jiyaneke xweş, encameke baş û serkeftina ji bo karê baş) û li axretê jî ji bo me rindiyê (çûna bihiştê) binivîse. Bi rastî me bi bal Te ve tobe kir.
(Xwedê) Got: Ez kê bivêm ez ê ezabê xwe lê raselitînim û merhemeta min jî dor li her tiştî girtiye. Vêca ez ê wê (dilovaniyê) ji bo wan ên ku xwe (ji kufr û gunehan) diparêzin û zekata xwe didin û ew ên ku bawerî bi ayetên me tînin, misoger bikim.
Sayfa 171 - Nûbihar