Carna Xwestek windabûyînbe jî divê rêzgirtin jê re hebe.
10/10
·126 syf.··
Beğendi
·
2025 1. kitabı
Dema ku Evîn û Evîndar bi hev re dilsoz be,mirin ji wan re dibe astekî gelek girîng.Ji ber wê yekê em dikarin bêjin; Wasiyeta Kafka di dawiyê re windabûyînbe jî ,divê ji xwestega wî re rêzgirtin hebe. Pirtûkekî bi rastî pir watedar e. Hest û ramanên ku mîna Koçberî,jûvanî,hezkirin,zarokatî,hêrsbûyîn,iqnakirin û herwekedin gelekî bi bandor hatîye sazkirin. Ev hest û ramanên bûyîn mijar di heman demê de mirovî dibe di nava wan serpêhatîyên civaka jiyayî de. Ez Mamoste Burhan Sonmez pîroz dikim. Dest û dilê wî sax be.Ez ê şopdarê nivîskarê hêja bim.
Kurdî
Evîndarên Franz K.Burhan Sönmez · Lis Basın Yayın · 202415 okunma
Puan vermedi·218 syf.··
Beğendi
·
2025 9. kitabı
·
14 günde okudu
·
Okunma: 31 Mart 2025 14:20
Di romana “Bacanên Belçiqî” a Rênas Jiyan de du mijar hatine vehûnandin. Mijara ewil tarîxa kurdan û serhildanên wan ên li hember Ataturk, Osmaniyan û Ûris e. Nivîskar me di serdema tarîxa serhildanên kurdan de digerîne, berê me bi şer û têkoşîna tarîxa Serhedê vedike, berê projeksiyona sînevîzyona me bi serhildana Şêx Seîd û hwd ve rû bi rû dike. Em dibin şahidên gelek bûyerên trajîk, em dibin şahidên tarîxeke xwedî sixûrîn û xayînan. Helbet em dibin şahidê xwedî lehengên hêja ên dîrokî jî, yanê wekî meriv li sînevîzyoneke reş û spî temaşe bike. Di vê sînevîzyonê de em kêran ji par ve li pişta birayên xwe dixin, kêrên desthilatdaran û em li lehengên qehreman ên li dijber zor û zordariyê re şer dikin temaşe dikin. Bi kurtasî em li qehremanên li hember sîxûr, xayînan û xwînmijan çawa têdikoşin di rûpelên tarîxê de wekî sînevîzyoneke li ber çaverih û çavehişên me zindî dibin dinêrin. Hay ji tarîxa me, xayîntî û sixûrtiya me çêdibe. Em di vê sînevîzyonê de serîtewanan û serînetewanan gişan yekbiyek dibînin. Helbet haya me ji lehengên serhildêr jî çêdibin. Nivîskar rastî û heqîqeta navxweyî ya di rûpelê tarîxê de hatine veşartin yek bi yek berbiçavî me dike. Eşîrbûn û kevneşopiyên kurdan bigirin heta feodalizma kurdan bi şehekî duhêl hatiye şikandin, nivîskar romana xwe bi şehekî duhêl gulîkên tarîxê şikandiye. Mijara romanê bi giştî feodaîlzm, bindestî, desthilatdarî û tarîxa kurdan e. Her wiha serhildan û serhildêrên wan yên li hember desthilatdaran e. Mesele hebûn û nebûn e ji tarîxa kevn bigire heta tarîxa niha. Yanê beşa ewil di romanê de mijar piranî wiha ye. Di beşa duyem de jî mijar feodalîzm, jin û tecawiz e. Mînak: “Ez dibêm ji ber feodalîzmê ye. Feodalîzm ji xwendinê, ji ramanê, ji hunerê, ji zanînê fam nake, hew bi tenê ji kuştinê fam dike. Feodalîzm şelaf e,
Bacanên PelçiqîRênas Jiyan · Belkî Yayınları · 201754 okunma
Tatil planı hazırsa sıra okuma listenizde!
Bu yaz yanınızdan ayırmak istemeyeceğiniz kitapları sizin için bir araya getirdik. 💬 Siz olsanız bu listeden hangisiyle başlardınız?
10/10
·295 syf.·
2025 6. kitabı
Koçberî , zilm herdem ew hezar sal in para me Kurda ne. Kalên me û dîrok a me ê berê bigire heta ku niha wisa ye. Em niha ji bindest in , niha ji bê warin . Lê Kurdno em çima wan nabinin, çima hiş ên me nayê li serê me . Her pirtûk, her peyve , her rûpel li ser me diaxive Ku em hê ji li ser şaştîyê ne .
Araştırma-İnceleme
Yitik Bir Aşkın GölgesindeMehmed Uzun · İthaki Yayınları · 20207,6bin okunma
9/10
·250 syf.··
2024 12. kitabı
·
5 günde okudu
·
Okunma: 09 Mart 2024 14:56
Siyaseta asîmîlasyonê ya Kurdan yek ji wan meseleyên kêm e ku ji Împaratoriya Osmanî heta Komarê Türkiye mîras maye. Yanî xala hevpar a îslamîst, ümmetîst, kemalîst, tirkperest û bêhejmar îdeolojîyên wek wan asîmîlekirin, tunekirin, înkarkirin û tunekirina kurdan bi awayekî sîstematîk e. Helbet cudahiyên metodolojîk jî hene... Û bes; Her zulmkarek xwedî rêbaza zulmê ye. Di vê berhema ku bi berfirehî behsa têkiliya koçberî û asîmîlasyonê ya li hemberî Kurdan dike, kê çi kiriye û çawa kiriye, xebatên xwe bi awayekî berfireh dide me. Heger kesek bêje asîmîlasyon tune, vê pirtûkê bavêje rûyê wî!!! Osmanlı'dan Cumhuriyete miras kalan nadir konulardan biridir Kürtler'in asimilasyon politikası. Bir başka deyişle İslamcıların, Ümmetçilerin, Kemalistlerin, Türkçüler'in ve benzer sayısız ideolojilerin ortak noktasıdır Kürtlerin sistemik bir şekilde asimile etmek, yok etmek, inkar ve imha etmek. Tabi ki yöntemsel farklılıkları vardır... O kadar da olsun; her zalimin bir zulüm yöntemi vardır. Kürtlere yönelik göç ve asimilasyon ilişkisini detaylı bir şekilde ele alınan bu eserde kimin neyi nasıl yaptığını onların kendi eserlerinin kaynak göstererek detaylı bir şekilde bize sunmaktadır. Asimilasyon yoktur diyen olursa bu kitabı yüzüne çarpın!!!
Dîrok
Bir Asimilasyon Aracı Olarak Kentler ve KürtlerBarış A. Çobanoğlu · Nubihar Yayınları · 010 okunma
ji Dewrêşê Evdî û hevalen wî re
10/10
·288 syf.·
2022 8. kitabı
Nivîsandina min e Kurdî ewqasî baş nine le ez dixwazim fikrên xwe ye di derheqê pirtûke de kurdî binivîsim pirtuk min zu xelas nekir kurmanciya pirtûke piçekî zehmet bû gelek tişten ku min wate neditin çebûn cara duyemîn ez ve pirtûke dixwînim wisa te mirov ku pirtûka evîniye ye le ne wisa ye di asase de qedera kurdan êzîdiyan û mirovatiyê dike ji ixaneta me Kurda di ve pirtûke de jî nebuya nedibû Kurdan ixanet ji xwe re kirine qeder.dewrêş ji bo ax,rumet û serbilindiya qewme xwe şer qebul dike ne ji bo adûle û bave we ya duyemin jî tişta ku min je derxistî bave edûle neheqî li evde milhim kir le nizanî bû xelasbûna wî di deste qewma evde milhim deye ji bo Dewrêş Êzîdîye adûle naxwaze bide Dewrêş di ser hal de jî bere qewma wa dide koçberî ye.hemû axa Dawiya de dikevin ber lingên lehenga de temir paşa jî ket ber lingen Dewrêşê Evdî û hevalen wî
Dewrêşê Evdî kulîlka bilbizêk û rimEyüp Kıran · Nubihar · 059 okunma
10/10
Nêzî deh sal ewil min ev pirtûka xwend. Sê roj ewil dîsa min dest xwendina vî pirtûka delal kir, û îro qedant. "Bawerim mirov çixwas mezin dibe, pirtûk û mirov jî hewqas tê guhirandin." Ev gotina ji min ra wek şiare kî ye ji bo wî her tim pirtûkê kû min berê xwandine dîsa dü'yem sê'yem dixwînim. Em werne vekolîna pirtûkê! Gele vekolîn li ser vî pirtuka delal hatîye nivîsandin, ez jî dixwazim çen gotina binvîsim. Ev pirtûk ne tenê romane çixwas roman be hewqas dîroke. Kê dixwaze. sîyaseta dewletên mezin, qirkirin, koçberî û şerê qirêj. ê wî demê hîn bibe piwîste vî pirtûkê bixwîne. Dema mirov vî pirtûkê dixwîne. Dirok, berxwedanî, rewşa welat, feqîrî û evîn li ber çavan wek jîyana zaroktîya mirov derbas dibe. Daxwaz û xebatên Memduh selim beg azadkirina welate. Ji bo ev daxwaza wî were cîh emrê xwe. "Bi feqîrî, bi belengazî, bi hisreta welat, bi êş û jan, derbas dike. Ev pirtûk jibo wêjeyame pir hêja ye bixwînin û bidin xwandin.
Kurdî
Siya EvînêMehmed Uzun · İthaki Yayınları · 20147,6bin okunma