baskê bazekî şikandin
asîman firînek wenda kir
çavê xezalekê kor kirin
awirek ji kîsê deștê çû
guleyek ket qirika kewekê
çiya stranek wenda kir
kulilkek binpê kirin
bilbil bêhnek wenda kir
lê dema ku jinek kuştin
evînek ji kîsê hemû dinyayê çû
.
şimdi buğdaya kesmiş bir ovaya
geçeceksin
çantanda bir renk üçgeniyle:
kirmizi, sari, magenta, yeşil, mavi, cyan
kalk o mutsuz yataktan
unut balmumu tenindeki metalik elleri
beni hatirlamakla başla kaçan uykuna
hatırla ben bir kuyu dibiyim
yoksa kim tutar ellerimi
kimliğimi gören
hangi şehir konuk eder beni
beni kim sever kim özler kim gözetir
serçeler uyandı hadi uyuma
kapatma atmosfer rengini..
li qeraxa xaçerêyek êdî bêrêwî
dareke tenê yî tu
li ber siya te bîreke hedimî,
ya dewla wê qetiyayî
li ber bêhna te bayekî ricimî,
ji xeynî hatin û çûyînên bêwext
kêrî ti tiştî nehatî
Arjen Arî Himbêzek ramûsan man li keviya çêm
Te gotibû îşev ez têm,
îşev, beriya hîv dagere kevan...
Ma gund raneza, ma sa ranezan
Xayînê, tê bihata...
Dilê min sed carî di sînor werbû!
Tu bihata, kaniyek din li Xanikan zêde d`bû
Tu bihata, Nêrgizlokê j`êvar de rêber bû
Tu bihata, xewlecî bû binê pirê;
Kîjan xofê nehişt ku tu bidî rê
Xayînê, tu bihata
Ev dil li dû te Binxet nedibû
...
Min bi hezaran helbest xwandin, tu helbest bi qasî wî helbestê dilê min ne dê êşand!
Painşa ku meriv neçar dike ku bêdeng bimîne ji êşa ku meriv neçar dike ku biqîre mezintir e.
İnsanı sessiz kalmaya zorlayan acı, onu bağırmaya zorlayan acıdan daha büyüktür. Füruğ Ferruhzad