h

Helbestên Kurdî

9 üye · 2 yeni gönderi
Xwezîya ez nivîştek bûma li ser sîngê te Min tu parastî bûya ji kul û derdên te...
Bîjî Îrade gelê kurd
Ey Kurdistan Ey agir Ji bo ku te bikin parçe û dagir Hov in, êrîş dikin di dest wan de bivir Me li dijî dijminên te yên kafir Li jêr û li jor şerr kir Tu nizanî bê ji bo te kî mir û kî nemir Tu her delala ber dilê me bûyî me da te qedr Tu yî sebr Tu yî ahd û îman û cirr Qet nîn e ji navê te xweşiktir zikr Me ji bot e belqitand emr Me qebr kir qesr Me ji koma meytên şehîdên xwe çêkir çiya û agir Me ji bo te rijan hibr û hêsir Me tu bi xwîna xwe kirî Tahir
Rênas Jiyan
Rênas Jiyan
Reklam
Eger bipirsî rewşa min xerab e Eger bipirsî cegera min kebab e Tê jî bo xwe yareke nû dîtiye Eger bipirsî ev qiyamet û hesab e
Baba Tahirê Uryan
Baba Tahirê Uryan
❤️
Çûyîna min Ne bişkûvîna rîhanan e Bi çend dem û dewran in Ez têm û diçim Dibezim û diçim Direvim û têm Hedar nayê û diçim Hedar nayê û direvim Bi tenê Gilîpirseke min heye Çima dil dibe dîle xwelîdanka evînkujan?
Selami Esen
Selami Esen
Cegerwîn(Kine Em?)
Ve­jê­ne zı­ma­nê xwe ey xwen­de­van Ne­bû­ye mı­let hiç ke­sek bê zı­man. Bı­nê­re zı­ma­nê te çend dew­le­mend Lı ba­jêr, tu ca­rek xwe bıg­hê­ne gund. Bı­bê­ne çı şê­ri­ne ev reng zı­man, Çı pa­ye­bı­lınd û çı rû­met­gı­ran.
Kul Û Kulîlk
Ger ez ba bûma min ê porên te bi alasta ger baran bûma min ê xwe li nav çavên te bixista îcar jî ji vê kulê nemirim ji bilî kulîlkan careke din hew hez dikim
Rênas Jiyan
Rênas Jiyan
Reklam
1.000 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.