Artêşê dengê xwe hinekî qut kir, lê şerê xwe domand (kalekolên van salên dawîn); akademî, zanyariyê jî vegotinên xwe nerm kirin bi quncîknivîsên demokrat, liberal di nav têgehên wek "kurd jî watandaş in, em bira ne, ji bo Tirkiyeyeke bihêz ew jî lazim in", bi awayekî xapînok kincekî din li kurdan dirûtin. Kincê pişaftineke henûn, qurnaz; ji wan re kar ji kurdan re ziyan. Amûrê ragihandinê hê jî dil nekiriye ku xwe biguherîne heya bi rêzefîlmên wek Şefkat Tepe [Girê Dilovaniyê], ku zaroka Anadoludan Görünümê [Xuyanga ji Anadolê] ye, rola xwe didomîne.
Sayfa 159
Kurdî
Sedat Ulugana'ya göre "Kürt aydınları, ilk defa 1913'te Salin Bedirhan'ın Rojî Kurd dergisinde tartışmaya açtığı, 'Kürdistan'ın kurtuluşu silah-savaşla mı yoksa eğitim-barışçıl yöntemlerle mi mümkün" temalı 'kılıç-kalem' metaforunu, 1930'da Hawar dergisinde yeniden işlemeye başlarlar" ("Kürdistan Fedaisi" Muşlu Hilmi Yıldırım" 29). Özellikle dilsel olmayan nedenlerin çözümlenmesı o cemaatin iradesi ve arzusu dışından tecelli ediyorsa siyasal alanın dışındaki mücadele alanları daha fazla değer kazanabilir. Kalem ile kılıç arasında gelgitli, birbirini besleyen; kalemin kılıcı resmedip parlattığı, kılıcın kalemi kalemtıraş edasıyla kullanılır hale getirdigı dayanışma, müzakere ve istişare ağları olmakla birlikte, her iki meraforun da birbirine karşı pozisyon aldığı çatışma alanları da vardir.
Reklam
Di pirtûkên pîroz ên Cihûyan da ku ji bo serdema antîk wek belgeyên girîng tên qebûlkirin, çiyayê ku keştiya Nûh Pêxemberî li ser rûniştiye ku çiyayê Cûdî ye wek “çiyayê Kurd" hatiye binavkirin. Di şerha Tewratê da ya ku di sedsala Xem da ji aliyê Saadia Gaonî ve hatiye amadekirin weha hatiye gotin: "Keştî li ser Cebel Qerda [Çiyayê Kurd] rûnişt."29 Çawa ku li jorê hat gotin, di pirtûka pîroz a Misilmanan da jî heman babet bi şêweya "Keştî li ser [çiyayê] Cûdiyê rûnişt.” (Hûd/11, 44) derbas dibe. Ji vê jî tê fêmkirin ku heman çiya bi navên Kurd û Gutỉ (Cûdî) hatiye binavkirin.
Kurdî
Di serdema berî Eşkanî da jî heman rewş heye û peyva Kurd bi varyantên cuda di çavkaniyan da hatiye bikaranîn. Bo nimûne dîroknas û coxrafînasê Yewnanî Strabon ji bo Kurdên serdema Hexamenîşî (BZ 550-BZ 330) varyanta Kyrtioi/Cyrti (Kird) bi kar aniye.
Kurdî
Bêguman her yek ji van varyantan di çavkaniyên cuda da hatine bikaranîn û ev yek dikare bê selmandin. Bo nimûne di sedsala duyem a piştî zayînê da Klaudios Ptolemaiosê Yewnan, di atlasa yekem a cîhanê da cih daye çiyayên bi navê "Gordyaei Mountains" (Çiyayên Kurdan)16 ku dikevin devera Meletî-Mereş-Ruhayê û li vê derê navê Kurd hevterîbê rêza sêyem a lîsteya jorîn wek "Gordyaei" bi kar aniye.
Kurdî
Çawa ku di lîsteya jêrîn da tê dîtin, ji serdemên Eşkanî û Sasanî heta bi hatina Îslamiyetê di çavkaniyên Sumerî, Grekî, Suryanî, Ermenî, Erebî, Farsî û çavkaniyên Xrîstiyaniyê da qala Kurdan hatiye kirin û di van çavkaniyan da li ser esasê taybetmetmendiyên fonolojîk ên van zimanan form û varyantên cuda ên peyva "Kurd" hatine bikaranîn. Li gor tesbîtên G. R. Driverî tevahiya varyantên jêrîn ên peyva Kurd ji heman rehê tên û tev jî Kurdan nîşan didin: 1. Di Sedsala yekem a BZê da: Cordueni, Gordyene 2. Di sedsala yekem a PZê da: Gordyeni/Gordyene, Cordueni, Gordyaeus, Kordyaei, Cordiaei 3. Di sedsala duyem a PZê da: Gordyene, Gordyaeus, Korduēne, Kardynus 4. Di sedsal çarem a PZê da: Kardûêni, Cardueni, Kordyaei 5. Di sedsala pêncem a PZê da: Cardueni Corduena Cordyena, Kardûêni 6. Di nivîsên nivîskarên Kîlîseyan de: Cardyeus, Cordulia, Codryalia, Qardû, Kardû, Qardawayê, Kûrdayê
Kurdî
Reklam
Reklam