Hûrgilî 1
Puan vermedi·184 syf.··
Beğendi
·
2026 83. kitabı
·
21 günde okudu
·
Okunma: 26 Mayıs 2026 10:05
"min hest pê kir ku trên dê her tim wek alaveke biyanî û bidestneketî bo me bimîne" (170). Weşanxaneya ciwan Pall Weşan, ji roja ewil ta îro karekî pak û paqij kiriye, gelek berhemên bi qîmet çap kiriye. Li gel çîrok, roman, helbest, rojnivîsk û teoriyê îcar dest bi çapkirina xebatên kolektîf kiriye, di bin navê "Hûrgilî"yê da. Heta niha bi vî awayî du heb berhem çap kirine, edîtorê weşanxaneyê wer tîne ziman ku ew dixwazin ji pirtûkên bi vî rengî koleksîyonekî çêbikin, Trêna li Stasyona Xwe Digere berhema ewil a vê koleksîyonê ye. Ji navê xwe jî diyar e, mijara pirtûkê "trên" e. Ji bo vê xebatê 17 nivîskaran zendên xwe badane, her yekî li ser "trên"ê metneke serkeftî amade kiriye. Nivîs giş ne yek cure ne, teorî heye, bîranîn heye, çîrokên hûnandî hene.. û li gel zaravayê kurmancî, bi zaravayê soranî û zazakî jî du metnan di berhemê da cihê xwe girtine. Bi vî awayî hem ji aliyê naverokê ve hem jî ji aliyê teşeyê ve xebateke têr û tije derketiye holê. Heta çûyîna zanîngehê jî min qet ne trên ne jî rêya hesinî dîtibû. Behsa trênê her tim du tişt dianî bîra min: fîlmên Yilmaz Guney û pirtûka Antranik Dzarugyan. Wekî din wateyeke wê tune bû bo min. Lêbelê vê berhemê wisa kir ku ez bi çavekî din li trênê binêrim, bi awayekî cidî li ser vê alava hesinî û li ser hebûna wê ya li welatê xwe bifikirim. Di destpêka berhemê da em bîranîneke Nûredîn Zaza dixwînin ku ew çawa ji trênê reviyaye. Piştre Rohat Alakom ji me ra behsa xeta trênê ya li Kurdistanê dike ku ji aliyê Skandînaviyan ve hatiye çêkirin. Ev nivîs agahiyên balkêş dide mirov, ji bo min metneke sûdwer bû ya rastî. Nivîsa sêyem jî ya mamoste Serdar Şengul e. Ji ber ku ez mamoste nas dikim û xebatên wî ji nêz ve dişopînim, min bi meraq dest pê kir û bi kêfxweşî qedand metna wî û gelekî jê hez kir. Mamoste Serdar behsa
Trêna li Stasyona Xwe DigereKolektif · Pall Weşan · 202410 okunma
9/10
·156 syf.··
Beğendi
·
2026 18. kitabı
Keşeyê Uris ê dijber desthilatdariya demê (Çar) sekinî, xeynî vegotina çîroka Finlandayê a balkêş metleba wî ewe ku Çar û civata Uris rexne bike. Erê Finlandya bi rêvebir û gelê xwe kedeke mezin û bi jîriya xwe welatek nû avadikin. Lê biryarên siyasi ê stratejîk jî didin (#304632160 ) Biryara tevlîbûna Urisyetê a karên hundir de azadbûnê tîne. Rewşenbîr û siyasetmedarên Fînî bi vê motîvasyonê dikevine nava gel,bajar bi bajar, gund bi gund gel perwerde dikin. Wî welatê tenê tarçik û kevir heyî de sosinê sipî şîn dibin. Petrov vê berhema xwe a dîdaktîk ewqas îdeal dike xwêner dibe hijmedkarê gelê Fînê. Vegotina bi kelecan û retorîk jî dibe hîmek ji berhemê re. Niviskar sazka bernema xwe li ser şerê di navbera başî û nebaşiyê a di navbera reş û spî de avadike. Her çi qas gelek tişt hatibin îdealîzekirin jî. Nîqaş li ser başiya îdeal te kirin. Ne başbuna Kabîl bigire heya başbuna Îsa û hwd gelek mesele hene. Bermema dokumenterî Welatê Sosinên Sipî bi Kudî ya Medenî Ogut hatiye berdestê xwênerên Kurd
Edebiyata Cîhanê
Welatê Sosinên Spî FînlandaGrigory Petrov · Nûbihar · 2022124,6bin okunma
Reklam
Puan vermedi·168 syf.··
2026 11. kitabı
·
12 günde okudu
·
Okunma: 18 Mayıs 2026 23:38
Orgazmên Ejdehayekî, romana yekemîn a nivîskarê ciwan Vehêl Mihsin e. Ev berhemeke dîstopîk e ku li welatekî ku derya tê de nîne, rêveberiyekê ku bi projeyên deryayî ve mijûl dibe, vedibêje. Di destpêkê de wekî projeyeke mezin xuya dike, lê hêdî hêdî vediguhere sîstemeke zordar û dîktatorî. Pirtûk bi awayekî xurt zeriyarbûna desthilatê, derewên mezin, kontrola hişmendî û li hember van hemûyan serhildana gel radixe ber çavan. Her çiqas tenê kurt be jî, hem ji aliyê edebî ve dewlemend e, hem jî ji aliyê siyasî û fikirî ve pir kûr e. Min wisa hîs kir ku ev pirtûk ne tenê roman e, heman demê silaveke xurt Dide romana Kurd î .
Orgazmên EjdehayekîVehêl Mihsin · Pall Weşan · 20245 okunma
10/10
·180 syf.··
Beğendi
·
2026 30. kitabı
·
7 günde okudu
·
Okunma: 14 Mayıs 2026 15:15
Ev roman, bi zimanekî zelal û xweş hatiye nivîsandin û çîroka malbateke kurd a welatparêz û têkoşer vedibêje. Di nav romanê de jiyana civakî, dîrok, rihê kurdî û nirxên kevneşopî bi awayekî hestyar hatine nîşandan. Nivîskar bi peyv û hevokên xwe kesayetî, êş, hêvî û xebata gelê kurd bi awayekî xurt dide xuyakirin. Dema mirov pirtûk ê dixwîne, hinek caran xwe di nav çîrokan de dibîne û bi karakteran re hest dike. Wekî ku ji vê romanê tê fêmkirin, dîrok, welat û mirovatî tiştên ku nayên jibîrkirin in. Her rûpelê wê hestekî taybet dihêle û mirov dixwaze herî zêde di nav çîrokê de bimîne…
LeqatReceb Dildar · Dara Yayınları · 052 okunma
10/10
·99 syf.··
2026 1. kitabı
Ere Ape Mûsa ew ne çîrok û pirtûke ew serpêhatîya me ye …Bi rûpele belkî kêm be lê jiyaneke ew pirtûk …êş û jan ,nexweşi şiyariya demekê ye , Kurdê bixwîne we rojek bapîrê xwe tê de bibîne ez di we bawerîyê de me ….
Birîna ReşMusa Anter · Avesta Basın Yayın · 1995267 okunma
Nirxandina Romana "Madonna bi Mantoya Kurk"
Puan vermedi·168 syf.··
2026 4. kitabı
Sabahattin Ali bi romana xwe ya "Kürk Mantolu Madonna" (Madonna bi Mantoya Kurk) di edebiyata cîhanê de cihekî nemir girtiye. Her çiqas ev berhem bi tirkî hatibe nivîsandin jî, mijarên wê yên mîna tenêtî, evîn û xerîbiya mirov a li hemberî civakê, gerdûnî ne. Li jêr nirxandineke vê klasîka mezin bi zimanê kurdî heye: Nirxandina Romana "Madonna bi Mantoya Kurk" 1. Mijar û Destpêka Çîrokê Roman bi çavên karmendekî ciwan dest pê dike ku li kargehekê bi Raif Efendi re nas dibe. Raif Efendi mirovekî bêdeng, li ber xwe ketî û mîna "miriyekî zindî" ye. Lê piştî mirina wî, gava lehengê me deftera wî ya bîranînan dixwîne, em dibînin ku di bin vî rûyê sar de çîrokeke evînê ya pir kûr û bi êş veşartî ye. 2. Têkiliya Raif Efendi û Maria Puder Dilê romanê li Berlînê lê dixe. Raif Efendi li galeriyekê rastî tabloyeke bi navê "Madonna bi Mantoya Kurk" tê û di ber wê tabloyê de winda dibe. Paşê ew bi xwediya tabloyê, Maria Puder re nas dibe. Maria Puder: Jineke serbixwe, azad û ji mêran bêhêvî ye. Raif Efendi: Zilamekî hesas, şermok û di nav xeyalan de ye. Têkiliya wan ne tenê evînek e, lê belê lêgerîna du ruhên tenê ye ku di nav qelebalixa dinyayê de hevdu dîtine. 3. Hêmayên Serekî: Tenêtî û Xerîbî Sabahattin Ali di vê romanê de nîşan dide ku mirov dikare di nav malbata xwe de jî, di nav bajarê xwe de jî bibe "xerîb". Raif Efendi ji ber ku nikare xwe ji civakê re rave bike, xwe di nav bêdengiyê de vedişêre. Maria Puder jî ji ber rasteqîniya xwe, xwe ji dinyayê dûr dixe. Ev her du karakter dibin neynika "mirovê modern" ê ku di nav qerebalixê de bi tenê ye. 4. Şêwaza Nivîskêr û Psîkolojî Hêza pirtûkê ji analîzên psîkolojîk tê. Sabahattin Ali bi hostayî ruhê mirov diweşîne. Ew behsa "dunyaya hundurîn" a mirov dike ku kesên din wê nabînin. Nivîskar nîşan dide ku her mirovek xwedî
Kürk Mantolu MadonnaSabahattin Ali · Yapı Kredi Yayınları · 2025376bin okunma
Reklam
Reklam