Mestê Şepalê
Gote min şahê çikil
Tiştekê min li ser mil.
Pê ve kirin du sed dil
Ew çi ye çî dê bizan?
Min gotê bawer bike
Fikrê ji dawer bike
Zulfan tu satir bike
Sohtime ez el eman
Melayê Bateyî
Jêrenot
Dawer: dadwer, navekî Xweda
Satir: nixûmandin
Bi Dil Îro Xedeng im Ez
Beyabanan di ez mêr im
Nevê min ji xwe têr im
Hero der çengilê şêr im
Me dad e j'ber du eslanan
Du eslanan we reng hatin
Bi tabûr û tiveng hatin
Bi şimşîr û xedeng hatin
Qirên îna musilmanan
Melayê Bateyî
Jêrenot:
Xedeng: Tîrên ji darê çêdibin, tîrên darîn.
Du eslan: mebest jê çav in.
Mestê Şepalê
Gote me ya tecemmul
Baxekê min ave mil
Her çar feslan tijî gul
Ew çi ye çî dê bizan?
Min go belê gul geş in
Her çar feslan bêhnxweş in
Herdu ruwêt ateş in
Sohtime ez el eman
Melayê Bateyî
Heqqa Tu Padişah î
Bawer neken mûhal e
Nîşana sadiqa ne
Bê rêzî û bedguman
Terzê munafiqa ne
Pirsîniya bê mecal
Nîşana ehmeqa ne
Her da`îma peyapey
Bedqelbî nabît êmin
Sed qenciyan di gel key
Nabîte dost ne duşmin
Di gel noşmendiyê mey
Hem suhbetî mixabin
Melayê Bateyî