Beyda-yı fena gerçi benim rehgüzrimdir
'Enqa-yı beqa himmet hemrah-i perrimdir
Beydayê fena: Deşt û sehraya neman û fenabûnê ye, û mexsed pê dinya ye ku warê fenayê ye.
Rehgüzer: Reving û rêbar e.
Enqayê beqa: Ev ji rengê paldana “ mişbeh bîhi” bo “mişebeh”î ye beqa me'na berdewam e , 'enqa teyrê sîmerx e ku teyrek e navê wî heye lê kesî kelexê wî nedîtiye, mebesta şairî ew e ku bêjit: Mana her û her ya me guh lê bûyî û me nedîtî wekî sîmerxî.
Hemrah: Heval û hevrê ye.
dema ez zarok bûm ditirsiyam mezin nebim
negihêjim milê bavê xwe
dema ciwan bûm ditirsiyam negihêjim mexsedê
lê îro, hema ser û binî - 'tev rojek e bi te re'
çendîn ku zanim hê wexta min heye ji kalbûnê re jî
lê tirsek xirab ketiye nava min;
ditirsim îro bibim kalekî kor, çavên min nebînin çavên te