Ya ku zanim; hez nebe, heyat gwîzeke pûç e.
Hez nebe; jiyan goka li ber devê qalûç e:
Eware eware, derbeder
Li ser kevirekî xwelîser, ji qalûç re qûç e!
Li hezê digerim
Di dilê welatekî de li vî diyarî
Min ji welatekî hez kir, hinekî ji j’ vî bajarî
û paşê, dîsa ji welatekî: mîna nanekî çar parî!..
ez yek ji wan kesan
filankes kurê filankes, ji te hez dikim
li zozanên dilê te xwe bi hêşînîya biharên te hênik dikim.
li cihekî dûr im, her der çiya
di turikê min de tiştên rast heye. mîna rê.
ber bi asîmanê te difirrin pinpinîkên zarokên min.
û zarokên min salê çar wersalan di şûna binevşan de gelawêjan diçînin
ji cihên pirr dûr têm anha. haya
ha iha,
ez niha ji kê gazinan bikim,
ji te lome nabe, min hez kir,
dilê disoje, çavên rondikan dirêjin,
serê xwar bûyî, milên xûz,
rojên westiyayî,
mejiyê lolijî,
yên min in,
Ji min re gotin "Te çawa hez kîr?"
Min got "Ez wê derê nizanim ket dilê min wisa min hezkir. Her roj ê dibinim carnan rastî lî berçava carnan di nav xêyalan. Hem li min dur hem li min nêz..."