Di çarçoveya behsa temsîlkirina kurdan di sînemayên biyanî de, sînorên di navbera metafor û mêtonîmiyê bi hêsanî radibin. Gelek caran, rastiyên civakî an jî polîtîk ên kurdan, bi rêya nîşandana "parçeyekî" xirab tên sero-binkirin. Bo mînak, mijarên li ser "jinkuştin û feodaliya kurdan" di sînemaya neteweyî ya Tirkiyê de pir caran wekî mêtonîmî/parçeyekî ne baş a rastiya kurdan tê bikaranîn û "kurdînî" wekî feodalîteyeke kevneperest tê nîşan-dan. Di gelek fîlmên tirkan de (5), "jinkuştin" (ew dibêjin namus cinayeti), "axaftina bi aksan ya bi tirkî", "bêfamî/cahilî", "destkurtî û feqîrî", "tund û tûjiya olî" û “cil û bergên kurdî wekî kodên feodalbûn, ango paşdemayîna kurdan tên bikaranîn û bi vî awayî dibin amrazê biçûkkirin/biçûkdîtina kurdan.
ez ê tenê h-ewqasê bêjim; ez dikarim minaka kecikeke ciwanik ya ku min di serdema romantîkên berîya qasek niha de ew nas dikir bidim; piştî bi azwerîyeke nepenî çend salan ji lawikek hez kir û pir baş dikarî pê re bizewice, ji ber çi be nizanim, xwe bi xwe çend hincetên nehatî fehmkirin lê anî; tê bîra min di dawîyê de, ji kaprîsên kesayetî, nemaze ji bo ku bişibe Ofeliaya Shakespeare şevek di bahozî de xwe ji serê tehtekî bilind avêtibû çemeke têra xwe kûr, boş û xwe kuştibû. Heta wusa, gelek dem berîya niha ew tehte ku dîmenê wî hewqas çavhebîn, hilbijartî û têra xwe ecibandî nebûya jî, li dewsa wî, peraveke riprast û ji rêzê hebûya, belkî jî xwe nedikuşt. Ev mînaka ku min dayî bûyer rast bû. Divê mirov bawer bike ku di her du sê nifşên dawîyê yên civaka Rûsan de, bûyerên wek vî yan jî yên dişibîn vî ne hindik in.
Kurdên ku bi zimanê serdestê xwe, mînak yên ku bi tirki dinivisin, çiqas dikarin bi zimanê serdestê xwe heqiqeta neteweya xwe vebėjin û nîşan bidin? Tėkiliya wan bi kurdbûn, realite û heqiqeta kurdan re çawa ye? Derbarê kurdan de em di romanên wan de çi dibînin? Çawa behsa neteweya xwe dikin? Nêzikbûna wan bi neteweya wan re çawa ye? Romanen van niviskaran çiqas dijkolonyal in? Bi berhemên xwe çiqas dikarin Dewleta Tirk û xwînerên xwe yên tirk nerihet bikin? Çi li derveyî berhemên wan maye? Çi negotine? Nivîskaran li hemberî çi xwe ker û kor û lal kirine, nedîtine, şahidiya çi nekirine û ji şahidiya çi reviyane?
Mirovekî bêdîrok, ango bê Bîr, şexsiyeta wî têk diçe û her xerabî jê tê; dibe xayin, dilbijok, dijmin, bêhiş, xulam, xizmetkar, welatfiroş... Ji ber vê karê sereke yê her desthilatdariyê xerakirin û wêrankirina dîrokê ye, ango Bîrê ye. Wek mînak Zerdeşt Bîr e, ew Zerdeşt tarî dikin. Gava yek qala Zerdeşt dike îcar wî jî tarî dikin, lê ew xwe wek parêzvanê dîrok û Bîrê nîşan didin û kesê ku bi rastî li Bîrê xwedî derdikeve wî bi bêbîrbûnê sûcdar dikin.
"Rejîmên totalîter dixwazin li her derê hemû aliyên jiyana welatiyên xwe kontrol bikin. Wek mînak, lixwekirina pêçeyê ne tenê şêwazeke lixwekirinê ye ji bo jinan, mîna di rehîbeyên katolîk de, ew dibe derbirîna sînordarkirineke giştî ya jinaniyê; jinaniya dema ji serî heta pê nixumandî, nikare xwe îfade jî bike, tenê dikare bi çavên xwe nîşan bide."