6/10
·112 syf.··
Beğendi
·
2026 22. kitabı
Niviskarê xwedî yê xelata Nobelê ( 1962)John Steinbeck berî 25 salan ( 1937) ev berhem nivîsiye. Ango em dikarin bêjin hîn dema xeşîmiya niviskariya xwe de ev berhem nivîsiye. Mişk û Mirov di her aliyê xwe ve balkêşe: Nivîskar sazka bernema xwe li ser têgeha "Xewna Emerîkayê" ( American Dewam) avakiriye . Mişk û Mirov piştî çend salên rudana vê têgehê hatiye nivisîn. Qaşo li Emerîkayê hemî mirov xwediyê heman derfetêne . Bes bila bi nêreke baş hewl bidin.Lê niviskar bi vegotineke hûr û kûr diyar dike ku rastiya wê xewnê tuneye xewn tenê xewne.Em dibinin, pîştî ew qas hewildanên herdu hevalan tiştekî qenc naçe serî. Ew xeyala ku wan avakiriye yekcar hildiweşe. Wekî hêlina mişka helbesta Helbestvanê Îskoçî Robert Burns (1785). Erê Stenbek navê vê berhemê û hizra wê ji helbesta Ji Mişk re( To a Mouse) standiye. Û diyar dike ku hizra baş u hewildana baş mirov serfiraz nake. Wekheviyeke derfetan tuneye. Di nava vê çerxa mezin an Emerikayê de takekes û komên piçûk dihêrifin . Axirî herdu hevalên dilsoz tevî xeyala xwe têk diçin. Di berhemê tenê mêr hene; xeyalên wan, hewldanên wan û têkçûna wan. Behsa du jina tenê heye. Yek xaltiya Lenine ku demeke dirêje miriye. A din jî jina Curly e. Qet navê jinikê nayê li ser zar û zimanan. Tenê wek jina Curly tê binavkirin. Û tenê zayenda wê heye wekîdin tu hebûna wê tune. Ji xwe dawiya berhemê de jî ruyê fîşteqebuna vê jinikê bi destê Lennie tê kuştin. Ruyê bêgaviyê de jî George Lennie dikuje. Ango ew jinika bênav wek sedema têkçûna mêran tê nişandan. Berhem bo Emerîkayê rexneyeke tuj û edebiye . Ji bo dinyayê jî şiyariye. Hindurê xewna Emerîkayê vala ye. Emerîka xwediyê çerxeke diran stur a wek Alane. Û çi dikeve ber dihêre.
Edebiyata Cîhanê
Mişk û MirovJohn Steinbeck · Lis Yayınları · 2010212bin okunma
Êşbêjî
Puan vermedi·64 syf.··
Beğendi
·
2026 90. kitabı
·
18 günde okudu
·
Okunma: 19 Haziran 2026 10:42
Pirtûkeke kurt, şêst rûpelî, çawa dikare hemû êş, elem û kovaniya miletekî raxîne ber çavan? Ya ku edebiyatê watedar û bihêz dike ev e gelo? Nizanim. Yekane tişta dizanim ew e ku gotin sotin e. Welhasil. Segwer (Reyîn), romana Mihemed Mukrî, di sala 2015an da ji weşanxaneya Avestayê derçûye. Pirtûk bi zaravayê Soranî hatiye nivîsandin, Besam Mistefa ew ji bo kurmancîyê wergerandiye. Nivîskarê berhemê, Mihemed Mukrî ji Kerkûkê ye û wextekî pêşmergetî kiriye. Ev berhema wî jî meriv dikare bibêje xwe dispêre jiyana wî ya şoreşgerîyê û belkî jiyana hemû şoreşgeran.. Mihemed Mukrî di heman demê da dostê Mueyed Teyib e û vê berhema xwe pêşkêşî cenabê wî kiriye. Segwer (Reyîn), me dibe nav atmosfereke tarî, nava çar dîwarên zindanê, nava hucreyeke bi qasî quncikekî, li cem şervanekî dîlgirtî, di destên wî da zincîr, hikmê daliqandina wî hatiye danîn, li benda dawîya xwe ye. Demeke dirêj e min pirtûkeke hewqas bi tesîr negirtiye, nexwendiye. Pirr êşiyam. Heyfa canên çûyî. Mehkûmek, reyînek, wê were daliqandin, di wê kêliyê da her carê diçe rojên berê, rojên serî çiyê, rojên li cem hevalan, rojên bi malbatê ra... Şahidiya wan kêliyan ewqas zehmet be gelo jiyîna wê ra çi wêrekî divê? Nivîskarê gewre ew e ku hest û giyanê mirov serobino biket.. Vê pirtûka kurt û kûr rasterast berhema Victor Hugo Bir İdam Mahkûmunun Son Günü anî bîra min. Ew teswîra mekanê, vegotina kêliyan, tevger û fikirînên mehkûmî û biryara îdamê ku ji bo herdu karakteran hatiye dayîn. Ji gelek aliyan va dişibin hevdu. Lê berhema M. Mukrî serkeftîtir bû bi min, axir êşa meriv li ku der bibe, meriv xwe dispêre wir. Di pirtûkê da tişta ku meriv diêşand yek jî têgeha dayikê bû. Dayika wî mehkûmî, dayika hevalên wî, hevdîtinên di zindanan da, girîn û qêrînên wan.. Dayik şahidên
SegwerMihemed Mukrî · Avesta Yayınları · 20156 okunma
📚🔔 Tatil zili çaldı! Bir yıl boyunca verilen emeklerin ardından şimdi dinlenme, keşfetme ve yeni maceralara atılma zamanı. 🌞 Bu yaz bol kahkahalı, bol anılı ve elbette bol kitaplı geçsin. Tüm öğrencilere keyifli tatiller diliyoruz! 💙📖
Şano
Puan vermedi·288 syf.··
2026 34. kitabı
Berhemeke di qada xwe de tek lêbelê ne pirr serkeftî ye. Gotarên li ser dîroka şanoya kurdî hatine berhevkirin û kirine pirtûk. Keda amedekar û nivîskarên gotaran sax be. Di agahî û firehbûnê de pirsgirêk tune û pirr jî serkeftî ne. Lê gerek nêrîna xwe jî wek xwîner dîyar bikim. Pirsgirêk ev in; *Pirtûk li gorî rêzekê û bi pênûseke tek bi awayekî rêk û pêk bihata nivîsîn wê baştir bihata xwendin û jê sûdwergirtin. *Pir gotar henin û gotar li ser qadekê nin, normal e li ser heman berhemê û navan bisekinin lêbelê mirov aciz dibe her gotarê de tiştê ku berê xwendî dîsa bixwîne. Ev tişta ji bo kronolojîya berhema dijwarîyê derdixe pêşberî me. *Gotar pirr fireh in. yanî bilî şanoyê li ser meseleyên din jî pirr sekinî ne. *Hinek peyv û hevok hene ku mirov nikare bi hêsanî fêm bike ka çi dixweze vebêje.
Kurdî
Dîroka Şanoya KurdîKolektif · Peywend Yayınları · 20151 okunma
Hûrgilî 1
Puan vermedi·184 syf.··
Beğendi
·
2026 83. kitabı
·
21 günde okudu
·
Okunma: 26 Mayıs 2026 10:05
"min hest pê kir ku trên dê her tim wek alaveke biyanî û bidestneketî bo me bimîne" (170). Weşanxaneya ciwan Pall Weşan, ji roja ewil ta îro karekî pak û paqij kiriye, gelek berhemên bi qîmet çap kiriye. Li gel çîrok, roman, helbest, rojnivîsk û teoriyê îcar dest bi çapkirina xebatên kolektîf kiriye, di bin navê "Hûrgilî"yê da. Heta niha bi vî awayî du heb berhem çap kirine, edîtorê weşanxaneyê wer tîne ziman ku ew dixwazin ji pirtûkên bi vî rengî koleksîyonekî çêbikin, Trêna li Stasyona Xwe Digere berhema ewil a vê koleksîyonê ye. Ji navê xwe jî diyar e, mijara pirtûkê "trên" e. Ji bo vê xebatê 17 nivîskaran zendên xwe badane, her yekî li ser "trên"ê metneke serkeftî amade kiriye. Nivîs giş ne yek cure ne, teorî heye, bîranîn heye, çîrokên hûnandî hene.. û li gel zaravayê kurmancî, bi zaravayê soranî û zazakî jî du metnan di berhemê da cihê xwe girtine. Bi vî awayî hem ji aliyê naverokê ve hem jî ji aliyê teşeyê ve xebateke têr û tije derketiye holê. Heta çûyîna zanîngehê jî min qet ne trên ne jî rêya hesinî dîtibû. Behsa trênê her tim du tişt dianî bîra min: fîlmên Yilmaz Guney û pirtûka Antranik Dzarugyan. Wekî din wateyeke wê tune bû bo min. Lêbelê vê berhemê wisa kir ku ez bi çavekî din li trênê binêrim, bi awayekî cidî li ser vê alava hesinî û li ser hebûna wê ya li welatê xwe bifikirim. Di destpêka berhemê da em bîranîneke Nûredîn Zaza dixwînin ku ew çawa ji trênê reviyaye. Piştre Rohat Alakom ji me ra behsa xeta trênê ya li Kurdistanê dike ku ji aliyê Skandînaviyan ve hatiye çêkirin. Ev nivîs agahiyên balkêş dide mirov, ji bo min metneke sûdwer bû ya rastî. Nivîsa sêyem jî ya mamoste Serdar Şengul e. Ji ber ku ez mamoste nas dikim û xebatên wî ji nêz ve dişopînim, min bi meraq dest pê kir û bi kêfxweşî qedand metna wî û gelekî jê hez kir. Mamoste Serdar behsa
Trêna li Stasyona Xwe DigereKolektif · Pall Weşan · 202410 okunma
9/10
·168 syf.··
Beğendi
·
2026 12. kitabı
·
6 günde okudu
·
Okunma: 26 Mayıs 2026 00:24
Dema min nû pirtûkê da destê xwe min ji xwere got bixwînim nexwînim hewceyî xwendina vê pirtûkê dike gelo (mamoste nebihîze welleh wê nifiran bike) lê piştî min hevoka pêşî "Me bo hebûnê şer kir. Baş e, evqas jiyanên ku qediyane, çi ne? Ez di bin bandora hevokê de mam min fehm kir kū divê kû pirtûk bê xwendin Lîlav di zimanê kurdî de tê wateya ava ku ji helandina berfê dertê, yanî ava biharê ya zelal û hênik. Nivîskar ev nav ne tenê wekî navekî fîzîkî, lê wekî metaforekê bi kar aniye. Çîrokên di pirtûkê de mîna lîlavê ne; carinan sar û cemidî ne (ji ber rastiyên jiyanê yên giran), carinan jî wekî mizgîniya biharê hênikahî û hêviyê didin dilê mirov. Nivîskar vê pirtûkê de şêwazeke gelekî kurt, fersendî (mînîmalîst) û helbestî bi kar tîne. Çîrokên wî dirêj nabin; bi çend hevokan an bi rûpelekê dikare cîhaneke mezin bide avakirin. Ev yek di diyalogên pirtûkê de jî xwe dide nîşandan. Wekî ku di pişt pirtûkê de jî tê gotin, dema ku jê tê pirsîn "Çima helbest û çîrokên xwe wisa kin kin dinivîsî?", ew dibêje: "Mirin li ber deriyê me teva ye. Ez naxwazim yek helbest û çîrok jî di nîvî de bimîne." Ev bersiv bi xwe jixwe felsefeya pirtûkê û leza jiyanê ya di nav sînorên mirinê de nîşan dide. Zimanê pirtûkê kurdiyeke şirîn, herikbar û zelal e. Nivîskar ferhengoka deverê (Batman û derdora wê) û rîtma zimanê axaftinê pir baş di nav hunera çîrokê de bikaranîye Pirtûk rasterast ji dilê civakê û jiyana rojane pêk tê Di pirtûkê de mirov rastî gelek mijaran tê Evîn û Hesret Têkiliyên di navbera mirovan de, evînên ku di nîvî de mane û hesreta demên berê. Şer, Wendabûn û Êş Bandora şer û rewşa psîkolojîk a li ser civakê, trawmayên ku mirov di jiyana rojane de dikişînin. Rastiya Jiyana Bajêe Hevrikiya mirovê nûjen a bi bajêr re, tenêbûn û hewldana hebûnê . Karakterên pirtûkê ne
LîlavWeysel Tirpan · Avesta Yayınları · 201634 okunma
Xwe nasbike!
Puan vermedi
Dema ku min cara yekem pirtûk wergirt, min guman kir ku ez ê di şerê azadiyê de rastî lehengekî birûmet lê bêrûtbe bêm. Lê gava min xwendina xwe qedand, guhertina civaka me, têkçûna nifşê xwe û têkoşîna ji bo jiyanê min hîs kir. Roman bi taybetî li ser koçberîya navxweyî, windabûna nasnameyê û veguherîna têkiliyên malbatî dirawestê; di heman demê de jî trajedîya mirovî, têkçûna ruhanî û şertên ku mirovan di nav pergela ke tund de diguherîne vedikole. Ev berhem li ser rêwîtiya Besri û malbata wî ye, ku piştî heft salan vedigerin gundê xwe yê li herêma Sêrtê/ Dihê- Erûh, ji bo cejnê û dîtina xizmên xwe. Di rê de, ew derbasî deverên dîrokî dibin: Cîhê şerê Emerê Filitê Qito (Dengbêj Aydın), deşta Reşkotan û Elikan, Cemîlê Çeto, Newala Qesaban. Besri bi kurmetê xwe Zeyd re behsa paşeroj, zilmên berê û guhertinên li herêmê dike. Gava digihîjin gund, ew bi xizmên xwe re dicivin, cejnê pîroz dikin, li deverên kevn digerin û bîranînên zaroktiya xwe vedibêjin. Di nav çîrokê de, cihê gundê kevnar, guhertinên jiyanê, têkiliyên mirovan û hestên bîranînê û xwestina vegerê li kokê cihê sereke digirin. Ji bo Besri cihên ku lê mezin bûye, gund û malbat girîng e. Ew dixwaze zarokên wî jî vî cihî bibînin û fêm bikin ku ji ku derê tên. Berhem nîşan dide ku çawa gund û jiyana mirovan bi demê re hatiye guherandin. Berê mirov bi ker a diçûn, niha bi ereba; berê gund tijî zarok bû, niha pîr zêde ne û ciwan diçin bajaran. Gelek caran behsa demên berê tê kirin, ev yek hestên hesret û hezkirina ji bo rojên borî diafirîne. Dema çûbun bajar; nabeyna Besrî û malbata wî ne baş e. Li hemberî bavê xwe û diya xwe hestê ne baş hîs dike. Aliyên herî xurt ê romanê zimanê wî ye; bi zimanekî zelal, hêsan, germ, rast li carinan tûj; zimanekî sade lê herîkbar hatiye nivîsandin. Gotûbêjên
Generalê BêrûtbeÇetin Lodi · Nando Yayınları · 20251 okunma