Nirxandina Berhema "Dengbêjên Min"
Puan vermedi·123 syf.··
2026 2. kitabı
Mehmed Uzun di pirtûka xwe ya bi navê "Dengbêjlerim" (Dengbêjên Min) de, berê xwe dide kaniya herî kûr û zelal a çanda kurdî: Antolojiya dengbêjiyê. Ev berhem ne tenê lêkolîneke li ser muzîkê ye, lê belê hewildanek e ji bo parastina ruhê gelekî ku bi sedsalan bi devkî hatiye parastin. Li jêr nirxandineke berfireh li ser vê berhema girîng heye: Nirxandina Berhema "Dengbêjên Min" 1. Dengbêjî Wekî Arşîva Neteweyî Mehmed Uzun dengbêjan wekî "homerosên kurdan" pênase dike. Li gorî wî, ji ber ku dîroka kurdan a nivîskî hatiye qedexe kirin an jî winda bûye, dengbêj bûne "pirtûkxaneyên zindî". Di vê pirtûkê de Uzun nîşan dide ku her kilamek, her fîxaneke dengbêjekî, di rastiyê de rûpeleke ji dîroka Kurdistanê ye. 2. Têkiliya Nivîskar û Dengbêjan Ev pirtûk xwediyê taybetmendiyeke otobîyografîk e jî. Uzun behsa zarokatiya xwe, bandora dengê dengbêjan li ser ruhê xwe û çawa ew deng bûne bingeha edebiyata wî ya nivîskî dike. Ew dibêje ku wî "hevokên xwe yên modern ji klamên dengbêjan wergirtine". Ev yek nîşan dide ku edebiyata wî ya nûjen, rehên xwe ji kevneşopiya kevin digire. 3. Lehengên di Pirtûkê de Di berhemê de Uzun cih dide gelek dengbêjên mezin û navdar. Bi taybetî li ser navên mîna: Evdalê Zeynikê: Şahê dengbêjan û sembola hunera devkî. Karapêtê Xaço: Dengbêjê ku bi dengê xwe bûye pira di navbera gelan de. Şeroyê Biro û gelekên din... Nivîskar tenê behsa jiyana wan nake, lê belê felsefeya hunera wan û girîngiya wan a civakî analîz dike. 4. Şêwaz û Ziman Pirtûk bi zimanekî pir germ, herikbar û samîmî hatiye nivîsandin. Uzun, di navbera edebiyata modern a cîhanê û dengbêjiya kurdî de pirekê ava dike. Ew bi vî awayî dengbêjiyê ji çarçoveyeke teng a "folklorî" derdixe û wê wekî hunereke klasîk û gerdûnî pêşkêşî xwîner dike.
DengbêjlerimMehmed Uzun · İthaki Yayınları · 20201,993 okunma
3/10
·160 syf.··
Beğendi
·
2026 14. kitabı
Romana Hesenê Metê a bi navê Labîrenta Cinan cara yekem di sala 1994 de çapbuye û 150 rupelî pêk tê. Roman bi çîroka evîna Mamoste Kevanot û Nêrgisa Koçerê destpêdike. Dema berhem diherike xwîner dibîne ku vê çîrokê tu tişt romanê/ çîroka bingehîn zêde nekiriye, hema heye. Mamoste Kevanot bajariye keçika Koçer re dizewice û tê gundekî dibe mamoste. Lê di romanê de em cudahiya van kesan qet nabînin. Heta dema çîroka bingehîn a cinan destpêdike Nêrgisa Koçer hole radibe, tune dibe. Di çapa Peywendê ( 2019) li ser pişta bergê nivisên hin navdaran hene ku qala romanê dikin. Navdara Tirk Pakîze Barişta dibêje " Realizm û surrealizma di Labîrenta Cinan de ji wan nimûneyên heyî yên ku em pê dizanin gelekî cudatir e. Û xwe dispêre cihên welê ku ji wan çavkaniyên welatên rojava jī dûrtir e, ev surrealizmeke xas e û ya nivîskar bi xwe ye." Lê ev çîrok hemî jî di nava civata Kurdan de hene. Tu şik û guman tuneye haya hemî xwênerên Kurd van gotegotan heye ango ev qinyet di civaka Kurdan de ji xwe heye. Niviskarî ev gotegot berhevkiriye û raxistiye ber xwêneran. Wekî tê zanîn li Kurdistanê wek berê gundên wisa kevneşopî zêde nemane( bo Bakûr dibejim) Ji ber wê zêdetir xwînerên îroyîn nebune şahidê van buyeran lê çawa ku min li jor jî got haya wan ji wan gotegotan heye. Mamoste Kevanot tê gund,gund hemî dînî û cînîne, di serî de agahiyê wî ên sosretbûna gund hene dîsa jî, mamoste qet jê halî nabe şêniyên gund ne asayîne. Tu bê Mamosteyî hemî agahî ji bîr kir û hemî gundiyan vê rewşa xwe veşart, ji ber wê mamoste jê halî nabe. Da ku Gabranê Baço jê re ta bi derzî dike. Ev yek atmosferekî ava nake û xwêner maliq dimine. Bûyerên gotegotên civatê li romanê hatine û têde jî rûniştîne lê hin buyer maliq mane ne li gor hêmana çîrokêne . Ger mêrikî 52 salî keçikeke
Edebîyata Kurdî
Labirenta CinanHesenê Metê · Peywend Yayınları · 201995 okunma
Ne Kadar Kitap Kurdusun?
0-30p: Kontrollü okuyucu 📖 40-70p: Hafif bağımlı 👀 80p+: Geçmiş olsun, kitaplar seni ele geçirmiş 😅
Rêwîtiyeke Kurt-mancî li Welatê Pirpirokan
10/10
·80 syf.··
Beğendi
·
2026 20. kitabı
·
13 günde okudu
·
Okunma: 23 Şubat 2026 14:12
Mihteşşşem! Piştî Mehmet Dicle, cara ewil e ez ji ziman û uslûba nivîskarekî hewqas hez dikim. Rûbar Elî, kekê ezîz, Xwedê yeke te bike hezarî û lingê te li keviran nexe. Ev berhema li ber destê me, Welatê Pirpirokan, çend meh berê ji weşanxaneya Nûbiharê derket. Berhem ji 9 çîrokan pêk tê û li ser hev 78 rûpel e. Hemû çîrok pişta xwe dispêrin rastî û pirsgirêkên civakî. Nivîskar van pirsgirêkan ji nû ve honandiye û bi zimanekî helbestkî, bi helwesteke henûn, bi hûrik hûrik vegotiye. Ev berhema wî ya duduyan e, ya ewil Spêle (herçî nexwendine hûn li hêviya çi ne?!:) jî kêm zêde wiha baş û serkeftî bû. Lê dikarim bibêjim ku Rûbar Elî xwe ji aliyê vegotinê ve gelekî pêş xistiye. Gelek nivîskar hene tu dibînî bi dehan pirtûkan dinivîsin lê tu di wan de pêşketinekî an jî guherîneke erênî nabînî. Ji cihekî şûn da ev dibe dubarekirin û ji tehmê derdikeve. Lê Rûbar Elî berê xwe daye pêşketinê.. Piştî xwendina herdu berhemên wî, baş serwext bûm ku Rûbar Elî çavdêrekî gewre ye û bala wî tim li ser hûrgilîyan e. Ya ku berhemên wî ewqas serkeftî dikin ne mijara çîrokan e, lewra mijar pirr nas û ji nava me ne, tiştekî efsûnî jî tune ye di çîrokên wî de, hemû ji rastiyê ne û bi nêrîneke realîst hatine nivîsandin; bellam gelek caran tişta muhîm ne "çi" ye, ew "çawa" ye. Yanî mebestim çi ye? Eve ye: Rûbar Elî wekî gelek nivîskarên kurd, ji bîra miletê xwe avê vedixwe, dibe şahidê pirsgirêk û rasteqîniya miletê xwe, piştre tê van tiştên ku şahidiya wan kiriye ji nû ve lê bi şêwazeke derasayî dihûne, vedibêje. Ango beriya ku em li ser sekeftîbûna vê berhemê rawestin, divê em vê pirsê ji xwe bikin, ka gelo vî nivîskarî van çîrok û bûyerên tê da "çawa" vegotiye, bi şêwazeke çawa? bi zimanekî çawa? bi nêrîneke çawa? Bersivên van pirsan dikin ku em li ser serkeftîbûna berhemê çend tiştan
Welatê PirpirokanRûbar Elî · Nubihar Yayınları · 202512 okunma
10/10
·184 syf.··
Beğendi
·
2026 10. kitabı
Gulên Şoran çîroka kes û welatê têkçûyî ye lê li ser himekî de jî xwedî çirûskek hevî ye. "Baweriya xelkê bi mirinê ji baweriya wan bi jiyanê, zêdetir e" (r.19) Piştî şerê Cîhanê ê duyem de welatekî di navbera du dagirkeran -"Cihûyan bi vê yekê berî misilmanan oxira Rûsan bi xêr dikirin.Ferxe ramiya, herdu alî gawir bûn" (r.68)-çawan bin, nîştecihên vî welatî jî wisa nin: Yek kes li ser hişê xwe li ser rêyekî nine. Hemî jî di nava xwede navokokiyê dehewînin. Ji xwe nivîskar jî dema buyerekî an jî kesayetekê vedibêje. Berê xwêner dide alî kî xwêner li gor wî diçe lê , lê dinêre rê guherî an jî yekser berovajî domî. Ev pir alî bûn tevliheviya kesayeta derdixe holê û xwêner kaşî nava ramanên lêpirsînê dike ( ewê/ ewî çima wusa kir?). Dayê Gulê yek ji wan karakterê balkêşe. Belê, li pey kurê xwe Las pir diçe (mixabin rastî tû rêçê nayê) lê mînak neviyê xwe Yadîgar qet heznake . Serkeftinê neviyê xwe re qet şa nabe " Pişt re ji me behsa ders û dibistanê dikir. Behsa hevrêyên xwe, mamosteyan, behsa puanên ku min werdigirtin. Behsa wê yekê bû ku kî ji min zirektir bû? Çima zirektir bû? Tiştekî bi qasî wê a deyekê ku min digot ez şagirtê herî zîrek im, dilê Dayê Gulê xweş nedikir" (r.159) û bertekek tund nîşanî Ferxe û Xanzadê dide. Ew biryara zewacê ne jibareya wan bû,ew kevneşopiya vê axê ye. Ferxe : hertim wek kesekî beredayî tê nasîn lê ew jî qasî karekterên din bextreş e. Ji ber ku birayê wî ê mezin Las wunda dibe mecburê zewaca jinbira xwe dibe. Keça Cihû Leylayê hezdike lê ji ber Cihûye dev jê berdide. Xanzad: serî de di kesera wunda bûna mêrê xwe Las de ye Ferxe re dizewîce lê wî wek mêr na hertim wek tî dibînê. Dema Ferxe qala Leylayê dike. Xanzad Leylê yê dihesede''Gava Ferxe behsa serhatiyên xwe dikir, Xanzad di wê bawriyê de bû ku guhdariya çîroka
Edebîyata Kurdî
Gulên ŞoranEta Nehayi · Avesta Yayınları · 201210 okunma
Puan vermedi·128 syf.·
2026 3. kitabı
Zembîlfiroş zembîla tîne Delalo zembîla tîne Kolan bi kolan digerîne Nan û dahnê pê distîne Zarokan pê ditevrîne Gava ew zembîla tîne Xatûn li bircê dibîne Bi eşqa dil dihebîne Aqil diçe sewda namîne Kuro sêlka vir de bîne Mîr dixwaze te bibîne Buha buha ji te bistîne Lawiko ez birîndar im Xatûna min a delal e Min bihîstî Mîr ne li mal e Bazara'm bi malê helal e Xatûnê ez tobedar im Delalê ez tobedar im Zembîlfiroş lawikê beyan î Ez dibêjim tu pê dizanî Min bo eşqa dil te anî
ZembilfiroşGülistan Çoban · Kent Işıkları Yayınları · 2011475 okunma
"Nowa": Qîrîna bêdeng a jinekê...
Puan vermedi
Pirtrûka “Nowa” ya Eyşana Beravî, di sala 2025 an de ji aliyê Weşana Avesta ve hatiye çapkirin. Çîroka rêwîtiya hundirîn a jinekê vedibêje. Dema ku ew di dehlizên rabirdûyê xwe de digere, guh dide dengê xwe yê hundirîn jî. Berhem ji destpêkê heta dawiyê bi monologeka lehenga me diçe. Leheng bi bîranînên xwe, zarokatiya xwe, diya xwe û ji her tiştî girîngtir bi siya bavê xwe re diaxive. Ev axaftinên hundirîn carinan vediguherin ramanên rêwiyek westiyayî di trênê de û car- car jî vediguherin axînên tirsnak ên jinekê li ser paldanka diranan. Atmosfera romanê bi xemgînî û rageşiyeke hundirîn a tund hatiye hunandin. Bêhna pîvazan, paldanka diranan, mirin, name û trên… hemî di bîra karakter de wekî bîranînan deng vedidin. Bi taybetî jî, tuwanca tacîzkirina bavî di paşxaneya nivîsê de tebeqeyeke êşê ya domdar diafirîne. Ji bo leheng, her bêhn, her deng deriyê trawmayê vedike. Ji vî alî ve berhema Nowa yê bibandore; nîşan dide ka bîranînên tepeserkirî çawa ji nû ve derdikevin holê û vediguherin beden û zimanekî li ser mirov. “Bes e te memikên hişê min mêtin…”(rûpel 90) Zimanê hevala Beravî helbestî ye, car carna nêzîkî lîrîzmê dibe. Lê mixabin, ev zimanê helbestî carinan di vegotinê de valahîyan diafirîne; hevok mîna giravan dûrî hev xuya dikin. Dibe ku ev valahî hilbijartinek hişmendî ya nivîskar be: dibe ku ew dixwaze perçebûna hişê leheng û ezîtiya wî ya belavbûyî bi awayekî teşeyî vebêje. Ji ber ku roman ne wekî yekîtiyeke vegotina klasîk e, ev berhem bêtir dişibihe ceribandineke herikîna hişmendiyê. Her ku leheng difikire, em xwîner jî dibin govana ramanin wê. Yek ji aliyên herî balkêş ên romanê ew e ku ew mijarên penaberiyê, parçebûna malbatê, biyanîbûn û koçberiyê di asteke navxweyî de honandiye. Xuya ye ku çîrok li welatekî Deryaya Spî li parzemîna Ewropayê
NowaEyşana Beravî · Avesta Yayınları · 20256 okunma